tirsik.net ferhenga înteraktîv a kurdî, ya ku ji hemû malperên kurdî yên din cudatir, di rêya xwe de bê rawestan dimeşe; ji hemû kurdan re vekirî, cihê nîqaşên cur bi cur, vê gulanê dibe 6 salî.
xewşeriqî di vê nivîsê "tirsik.net 6 salî ye" de gotibû ji bo xêra 6 salîya tirşikê wê bi tirşikvanan re rêzehevpeyvînan çêke.
û roj hat, hevpeyvîna me ya ewil me bi tirşikvanê qeşeng û jêhatî "ferhenga şikestî" re çêkir. ez zêde dirêj nekim û gotinê tehl nekim. ev e pirsên xewşeriqî û ev e bersivên ferhenga şikestî.
ferhenga şikestî, 2018, amed |
1) hinekî behsa xwe bike û çi bû sebeb ku tu bixwazî bibî tirşikvan?
bi kurtasî dikarim bêjim wexta ku tirşik.net ava bûbû di warê medyaya sosyal de êdî kurdî jî hêdî hêdî ketibû rewacê. yanê nexasim li ser faceyê hejmara bikarhênerên kurdînûs zêde bûbûn. bi tesadufî
haya min ji tirşikê çêbû. ji ber ku wan salan ez xwendekar bûm zêde derfeta min a karanîna înternetê tunebû. jixwe ji wê salê şûnde ev telefonên biaqil belav bûn û (heta ketin destê zarokên pênç-şeş salî) loma operatorên tirkan êdî helmetên xwe li ser servîsa înternetê dikirin. beriya wê ger kombersa te tunebûya hîç ne gengaz bû ku te her ro karibîya bikevî înternetê. piştî ku zanko xelas bû û min ji xwe re telefoneke biaqil kirrî û hemd ji xwudê re 1 gb înternet jî min li telefona xwe zêde kir. cara ewil piştî bidestxistina wan derfetan min êdî qeyda xwe çêkir. tirşik.net daxwaza nivîsandina bi kurdî bû bo min.
2) tirsik.net çi ye, çi îfade dike ji bo te?
di hemî zimanên serbest û serdest de li ser înternetê bidestxistina çavkanî, jêderk û agahiyên di vir de û wê de hwd… tu problem nîn e. lê di zimanên nefermî û qedexekirî de bi taybetî zimanê
kurdî mixabin meriv nikare li ser netê bigihîje bi ti cihekî. çimkî kurd hemî emelên xwe bi tirkî dikin. çawa ku li bazarê zimanê serdest êdî tirkî ye li ser netê jî wisa ye. em di serdema mîlenyûmê de ne. îro ro êdî hama bêje kes naçe pirtûkxaneyan, berê ansîklopedî hebû aniha wikipedia heye, berê meriv diçû li pirtûkxaneya dewletê sparteka xwe çêdikir lê aniha her kes bi rehetî dikare di nava çend deqîqeyan de bigihîje hemî zanîn û agahiyan. gotineke jan dost hebû. digo me kurd tam xwe gihand pirtûkan îcar dema dijîtal derket. eyn wilo ye, divê em xwe ji dema dîjîtal bêpar nekin. li her derê ferhengên înteraktîf hene. divê bi kurdî jî hebe. tirşik.net li ser vê armancê ava bûye û rasterast îfade dike ku kurdî jî mîna zimanên serdest li ser înternetê bi rehetî û bêqisûr dikare bête karanîn.

ji tirşikê profîla ferheng'î |
3) di nivîsandina entryên xwe yên tirşikê
de te qet serî li otosansûrê daye yan hemû bê sansûra te hatine nivîsandin?
erê bê guman otosansur heye. ez li norwecê najîm û çavên min jî ne şîn in!
erê bê guman otosansur heye. ez li norwecê najîm û çavên min jî ne şîn in!
4) gelek caran tirşik bû behsa civatên
kurdî, gelek caran jî mijara civatên kurdî eşkere kir, rê li ber nîqaşan vekir.
girêdayî van tişta li gor te tirşikê çi kir, çi ava kir, çi da wêje û civata
kurdî?
li ba
kurdan her gav li ser tiştan gengeşî çêdibin lê wek agirê kayê ye. zû geş dibin
bes zûtir vedimirin.
gotineke klîşe heye dibêjin di edebiyata kurdî de rexneyên teknîk û zanîstî nîn in. lê ez dikarim bêjim rexne jî hene rexnegir jî… bi taybetî çend kovarên kurdî hene ku nivîskarên wan rexneyên xwe gelek teknîk dikin. li ser tirşikê gelek rexneyên bêîman hatin nivîsîn loma gelek nivîskar û şair ji tirşikê eciz in ez bawer im. ew nîqaşên ku tu behs jê dikî bi pirranî ew rexne ne. hinan jêrazî ne hinan nerazî, xwudê ji her duyan jî razî be.

5) hinek nivîskarên kurdî tevlî tirşikê
bûn, hinek jî ji derve piştgirî dan, hinekan jî bertek û nefreta xwe da
tirşikê. li ser vê yekê rewşa rexneya xwînêr û berteka nivîskarên kurdî çawa
dibînî?
gelek normal dibînim. çimkî kurd hemî bi kompleks û kaprîs in. hema tu ji wan re dibêjî serê pozka te xwar e mahdê xwe tirş dikin, tê bêjî qey me serê pozka wan xwar kiriye. Kurd bindest in ev kompleksa wan bi ya min tiştekî ji rêzê ye.
6) em dibînin, vê sala paşîyê di tirşikê de
sarbûnek heye. êdî wekî wan rojên ewil nîqaş çênabin, hejmara entryan kêm
dibe. li gor te sedema vê yekê çi ye?
sedem rasterast rewşa kambax a siyasî ye. wexta meriv bala xwe dide edebiyata kurdî, dibîne ku dema rewşa siyasî ya kurdan baş dibe, di warê ziman û edebiyatê de jî geşbûnek çêdibe, berhem tên dayîn. mînaka herî baş kurdên qefqasyayê ne. di demeke pirr kurt de ji ber atmosfera azadî û serbestiyê di warê çend, huner û edebiyatê de gelek gav tên avêtin. piştî ku stalîn dibe serok bi dîktatoriyê dewletê birêvedibe û mafên kurdan ji destê wan digire loma li qefqasyayê ew atmosfera geş xelas dibe.

îstatîstîkên "ferhenga şikestî" |
7) tirşikvanê li ber dilê te şîrîntirîn kî
ye?
bêguman simurg56 e. çîmkî bi her awayî însanekî bîst û çar eyar e
bêguman simurg56 e. çîmkî bi her awayî însanekî bîst û çar eyar e
8) entryek heye di bîra te de an jî entrya
herî bêhtir keyfa te jê re hatî kîjan e?
erê (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî) :)J
erê (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî) :)J
9) mijara herî balkêş a tirşikê li gor te
kîjan e?
îtîrafên tirşikvanan
îtîrafên tirşikvanan
10) entryeke te heye ku tu jê poşman bûyî,
dixwazî jê bibî an te dixwest bi awayekî din binivîsî?
erê hene loma min jê birin.
erê hene loma min jê birin.
11) li gor te kêmasiyên tirşikê çi ne, ji
bo baştirkirin, pêşdebirin û berbelavtirkirina tirşikê çi pêşniyaz û rexneyên
te hene?
kêmasî nivîskar in.
kêmasî nivîskar in.
12) wek tirşikvanekî/ê tu blogerîyê çawa
dibînî û fikrên xwe yên li ser blogerîya kurdî ku vê pêlê dema xwe ya zêrîn de
ye dikarî ji me re bêjî?
hama bi kurdî çi hebe ez bi fikra pozîtîf lê dinêrim. mesela hinan
dibêjin çima her kes pirtûk dinivîse? niza çima her kes helbest dinivîse? çima
herkes blog vedike falan û bêvan. ez wisa nafikirim. divê di kurdî de laqirdî
jî hebe, gotar jî, şano jî hebe opera jî, bername jî hebe, helbest û çîrok jî…
çi baş çi nebaş, yên baş jixwe bimînin bo sibêrojê, yên ne baş jixwe wenda
bibin.
[*nîşeyek: pirsên xewşeriqî sabît in, lê heke pirsên we yên xweş hebin, li jêr binivîsin, xewşeriqî wê ji bo we ji tirşikvanek din bipirse]
Hevpeyvîneke xweş e. Serhad ji zûda ye beta bû, ji ber te ew derxist piyasê kêfxweş bû.
YanıtlaSilEz ditirsim camêr zewicî be lema li piyasê xuya nake.
Xwedê giravî destpêkê ez jî bûm nivîskarê Tirşikê lê min wezîfeya xwe bi cî neanî. Min kodên xwe jî bîr kirin..
Ferhenga tişikê pir hêja ye, ez gelek caran riya xwe vêdixim û heta nuha gelek feydeya wê gihîştiye min.
Gelek caran tiştê min ji bîr kiribûn anî bîra min.
Lema jî tirşik ferhengeke pir hêja ye, dibê meriv pê ra alîkariyê bike, bibe nivîskarê wê.
Ez bi xwe him pir meşxûl im û hm jî ateknîk im. Heger ne wiha bûya min gelkî dixwest carnan alîkariyê bikim. Ez nizanim nivîsan bi cî bikim.
Lê heger tiştekî ji destê min were amademe alîkariya tirşikê bikim.
Te bi hevpeyvîna xwe karekî pir baş kir.
mala te ava apo. te rast pê derxist. serhed zewicî ye. :)
Silji ber ku tirsik.net ji kesekî wek te bêpar maye, gelek tişt winda kiriye. xwezî yek wek te nav tirşikvanan de bûya wê gelek kesên din jî fihêt bikiran bihatan wir :) tu dikarî hesabek din vekî werî nav me jî car cara.
Welehî billehî tillehî me bêriya Ferhenga Şikestî kiriye. Ji zû de ye wî li ser tirşikê jî nabînim. Heger vê peyama min bixwîne ji kerema xwe cardî li tirşikê vegere. Tew gotibû ez ê blogekê jî vekim, bila veke em li bende ne. Siheta te jî xweş Rênas, hevpeyvîneke mûhteşem bû.
YanıtlaSilspas înanolo birawo. ez dibêjim qey wê dengê te bibihîze.
SilPir caran ya ku hevpeyvînê xweş dike ji bersivan zêdetir pirs in. Jiber van pirsên xweşik te pîroz dikim Rênas. Û em werin bersivan, Ferhenga Şikestî bersivên ji dil dane, bi çil û çar çavan li benda bloga wî me. Ji te û wî re hez, hurmet û quwet.
YanıtlaSilmalî ava, sersera.
SilLêwik xwe kiriye nav kozika. Em li hêviyê ne ku vegere.
YanıtlaSilwê derkeve, lê ka kengî :)
SilRoportajeke pir xweş bu. Bersiv jî orjînal bun :D em li benda yên din in :))
YanıtlaSilsax bi. :)
Silçima navê xwe kir "ferhenga şikestî" nizanim lê pişta ferhengê li wî rast e. destxweş xendekî.
YanıtlaSil