4.01.2018

Serê Salê Bi Zikr û Erbanê [Berhevkarî - 1]

dolmîşa me ji amedê ber bi farqînê ve bi rê ket. dolmîş heta devê xwe tijî ye, du kes mane jipiya. yên jipiya yek jê paşîyê rûdinê erdê, yê din jî xwe li qoltixekî girtiye, qûna xwe daye nava kenara qoltix destê xwe jî avêtîye ser qoltixek dî.

mistefa, ez, roberz û kela zembîlfiroş 

ji pêşîyê ve li qoltixê çarê kalekî extîyar û yekê navsere serê xwe nêzîkî hev kirine, bêsekn tiştina ji hev re dibêjin, kalo ji bo deng baş biçê yê din devê xwe dibe ber guhê wî, pê re dema diaxive bo her gotineka xwe bi destê xwe yê rastê jî axaftina xwe disêwirîne. pora kalo gewr e, nîvê porê bi herikîna salan weşaye. guhê kalo li gor emrê wî têra xwe mezin bûye, li ser destên wî nîşanên kalbûnê xuya dikin.

li alîyê çepê yê kalo xortek heye, texmînî 17-18 salî ye. serê xwe kiriye nava telefonê, li tiştekî digere. dikeve facebookê, pêl bişkoka lêgerînê dike, navê keçekê dinivîse "nisan.. boz..." facebook jê re 150 kesan derdixe, yeko yeko li wêneyan dimeyzîne; ne ev e, ne ev e, ne ev e jî!

li qoltixê pişt kalo jinek û mêrek ketine ber tevna peyvê. mêrik tiştina dibêje jinik ji telefonê tiştina vedike. carina jinik berê mêrik dide der, dibêje meyzên wê dera heee. ji hev re dikenin...

di deştekê de rêyeka rast de dolmîşa me diçe. asîman ji rengê spî-şîn ber bi reş-tarî tê veguhestin.

li cihekî hevalê me dibêje şifêr li aşikê me deyne. dibêje bila. û du deqe din dolmîş disekine em peya dibin. mêrikek navsere bi dobloya xwe li hêvîya me ye, piştî merhebakê em li erebê siwar dibin û berê xwe didin gund.

piştî qederkî em gihan gundê çirikê. em derbasî hundir dibin, diçin qeta jor cimaet hazir bû. yek hecî şerîfê farqînî ye, yê dî jî sofî kemal e. em hatine ji bo ev herdu camêra ji me re beyta bibêjin û em jî qeyd bikin, berhev bikin. sofî kemal ser spî, simbêl tenik e; emrê wî dora 50-55 e. hecî şerîfê farqînî li gor gotina wî 85 salî ye, heta niha bûye mela û şêx û dewrêş û esansfiroş û niha jî deleweracî. li gor emrê xwe têra xwe ser xwe ye, rûken e û zêde diaxive. piştî silav û kilamê xwarina me tê; kebab birinc fasûlî û selete. hevalê min xwarina xwe zû dixwe hêdî hêdî qamera û denggirê derdixe. hecî şerîf jî ketiye ber virde û wêde ji vê mijarê xwe diqevize mijara dî, têr pesnê xwe û dengbêjî û dewrêşîya xwe dide. ber're gotinê diavêje ber mêhvan û cimaeta hazir, dibêje ji bo ez bêjim divê hûn zikata xwe bidin min, ma miro destvala dikare bêje, gelek tiştên din.

şeva me destpê dike, hecî şerîf bi kilama evdalê zeynikê qîr dike û dengê wî li her çar dîwarên odê pêl dide. li kilama evdal bendek ji kilamek din lê zêde dike, lê bi oktavek zehf zehf bilind, we bivê bawer bikin we bivê bawer nekin min lerizîna pencera çizînîya dîwara bihîst.

lê em ji bo beytan hatine, yek erbaneyan têne. sofî kemal radibe erbaneya germ dike, dide ber sopa ceylanê hino hino lê dide. 10 deqeyek din erbane ji bo zikrê hazir dibin. dewrêşên me milê xwe didin hev û destpê dikin. hem lê didin hem dibêjin. xwe li ber şêxê xwe dixin bin erdê, hikmetên şêxê xwe bi sêsed hawara dighînin me.

dewrêşî
em hinekî li ser dewrêşîyê diaxivin. em dipirsin çawa ye we çawa destpê kir. dibêjin 20 sal berê şêxek hate gundê me, tekiya wî jî pê re. em her şev kom dibûn diçûn me lê guhdar dikir. dewrêşê şêx yekê kal bû, ji ber wê şêx em, yên xort û serxwe dan hev û gote dewrêşê xwe tu yê herroj va xorta bidî hev û dersa erbanê û beyta bidî wan. axir wî dewrêşî em hîn kirin, êdî şêx diçû ku gazî me dikir em pê re diçûn, diçûn irşadê. herro berê me li gundekî bû, em jî li dû şêx me li erbanê dida û zikr dikir û beyt digotin. wilê wilê 15 sala em li dû şêx çûn; a soxî şêx berîka ebayê xwe tijî kir em piştî 15 sala destevala man. piştî me halê xwe dît, em şîyar bûn, me dev ji dewrêşîyê berda û nûka em ji bo xwe û malbata xwe xebitîn. 15 salê em cem şêx bûn, xanîyek me nebû em serê xwe bikinê û xwe tê de bistrin. tê bîra min -go sofî kemal- me tûrikê xwe tijî xurme dikir û tanî ber dawa şêx vala dikir, yek tenê jî nedida me û êvarî ji bilî tasek şorbe tiştek nedida me.
sofî kemal dibêje me dereng halê xwe ferq kir, lê me ferq kir û pê de me dev jê berda. heta em cem şêx me nedikarî nanekî bibin ji zarokên xwe re. sofî kemal li gel va xirabîyên serborîya xwe ya dewrêşîyê di dewrêştîyê de jixwebawer e jî. dibêje dema ez û hecî şerîfê farqînî em dikevin zikrê û li erbanê didin kesên dilkevir û ji rêya xwedê derketî, li halê xwe poşman dibin û em dikarin dilê wan tenik bikin, carek dî berê wa bidin xwedê. dibêje rojêkî em çûn koçka mîr û axelaran, em ketin odê, şêx nava odê re meşîya, mîr û axelara dema şêx pêşîya wan re derbas bû lingê xwe nekişandin ber xwe, wilê bêhurmetî kirin; min dît mehdê şêx nexweş bû. sofî kemal li ser vê didomîne û dibêje: "gava me dest bi zikrê kir û beyta eyûb (pêxember) got mîr û axelera hêdî hêdî lingê xwe kişandin ber xwe, xwe cihê xwe de kirin piçek, jixwe fihêt kirin."

hecî şerîf û sofî kemal

me wê şevê 4-5 beyt qeyd kirin, kilama evdalê zeynikê jî. hem bi denggirê hem bi kamerayê. seet nêzîkî 11'ê em rabûn, em zû rabûn ji ber ku cihê em ê lê razin li gundek din bû. em rabûn me berê xwe da gundê fêra.

seet 12, salek diqulibe salek din; em li derve, stêrk li asîmana dimilmilin, çîksayî: sal bi sal xwezî ne bi par, hêvî bihar... 

4 yorum:

  1. Merheba Rênas,

    Min nivîs vekir ku bixwînim lê jiber fonta zêde zêde hûr, - ma çavên min ewqas damîş dibin la! ji niha ve nabînim - nexwend.

    Divê bloger tenê çavên xwe ne, çavên xwendevanan jî bihesibîne. Li ser heqê xwendevanîyê ji te rica dikim ku fonta xwe hinekî girtir bike. Spas.

    YanıtlaSil
  2. Dest xweş. Li gel çend kêmasiyan we xeş komî ser hev kiriye. Mînak navê gundê pêşîn ne Çirkê ye Çirik e.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. spas adsiz, ez ê serast bikim. min pêşîyê got çirik paşîyê min got na lo çirkê. lê va tu got, min pirsî wek te ye.

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

APK - Asoya Helbesta Kurdî

Ev dem û hemû çaxên we xweş bin, dostên ezîz û hevalên xoşewîst. Ev demeke ji ber arîşeyeke teknîkî sepana me " Asoya Helbesta Kurdî ...

ZEHF HATINE XWENDIN