29.01.2018

kovarên mîzahê yên bi kurdî û mizgînîya du kovarên nû

kengî behsa mîzahê bê kirin, ya pêşî tê gotin "serhildan" e. mîzah; rêya rexnekirin û tinazpêkirina li îqtidar, hukmdar, serok û rêvebiran, hem rexne û hem ken. 
mîrkutên xwe bilind kin! kovara me ya ewil a mîzahê

li derve jî: serhildan û rexne ye
li emerîkayê ji sala 1952 û vir ve "kovara mad" a mîzahê tê derxistin, li dinyayê weke -kovara mîzahê ya bêhtirîn tê firotin- tê zanîn. mîzaha wê bêhtir li ser jîyana emerîkayê û çanda popê ye. wateya navê kovarê: har, dîn.


li tirkî kovara mîzahê ya ewil ji alîyê teodor kasap ve berîya 148 salan bi navê "diyojen" hatîye derxistin. mottoya wê jî hevoka meşûr a diyojen e: "meke sîh, wekî din ti xêr ji te navê" bi vê peyama xwe gotîye desthilatdarîya hingî me ti alîkarî ji te navê, hema bela xwe ji çapemenîyê veke. di kovarê de bêhtir li ser bûyerên siyasî û civakî bi rêya mîzahê rexne li desthilatdarîyê hatîye kirin. piştî wê û heta niha ti demî kovarên mîzahê ji nav edebîyata tirkî kêm nebûne; kalem (1908-1911), diken (1918-1920), akbaba (1922-1977), Markopaşa (1946-1947), Tef (1954-56 / 1960-?), Gırgır (1972-…), Leman (1991-…),  Penguen (2002-…), û lîste dirêj dibe ku hinek ji van hê jî dewam dikin.

ya balkêş jî jixwe ev e, em kurd yên her û her di nava berxwedan û serhildanê de ne û zimanekê hetta tu bêjî ji ken û qerfê û pêkenînê re vekirî, di folklora me de cihek qewîn girtî çawa di vê tiştê evqas paş mane, ji bilî çend ceribandinan ti kovareka me ya emrdirêj a mîzahê nîn e. ecêb e, tenê ecêb.

ceribandinên me
mîrkut (1985-1987)
mîrkut 1, 1985

kovara me ya mîzahê ya ewil e. weke mîrkutekî li stokholmê ji hêla mehmûd lewendî ve di 1ê tîrmeha 1985ê de derdikeve. bi mottoya xwe "mîrkutên xwe bilind bikin" serî hildide. dibêje em ê tilîya xwe di her qul(kun)î re kin" û "em ê xwe li bin çengê pir kesan û pir tiştan bidin" 3 hejmar jê derketine, hejmara ewil: mîrkut 1

zengil (1985)
ew jî di sala 1985ê de hatiye derxistin, kovara me ya mîzahê ya duyem e. li ser navê "organa komita navendî ya rêxistina tengezar" hatiye derxistin û dibêje: xwedî: "geşredîn, berpirsiyar: aladîn, çapxane: rûknedîn" ku diyar e ev nav hemû çêkirî ne. mottoya wê: "zengil zengil e, çi bike li cî ye!" kovara zengil jî wek mîrkut eynî salê û eynî mehê derketîye, lê mîrkut bi çend roja daye pêşîya zengilê. kovara zengil jî têra xwe jixwebawer e, ew jî bela xwe li her derî dide, hem li partî û rêxistinên kurdan hem ji ataturk heta ozal. yek ji presîbên kovarê: "rexne li hemû kesan tên girtin, hêrsketin heye daxuyanîkirin tune ye!", ya din: "emê timî şûjinê di xwe rakin ken dibe girî nabe!" 6 hejmar jê derdikevin. hejmara ewil: zengil 1/2

îsot (1985-1987)
jî alîyê “mamoste nûjen” ve hatîye derxistin. mamoste nûjen 1985ê xwe ber vî karî re dike. bi qasî min jê fêm kirî bi serê xwe vê kovarê derdixe û dibêje: "me got heta karîkaturê me li mal dimînin, bira derên ronahîya rojê." bêhtir ji karîkaturan pêk tê, nivîsên kovarê bi dest hatine nivîsîn, ew jî tişteka ecêb e. dîsa mijara vê kovarê jî rexnekirina desthildarîyê ye. bêhtir li ser rojeva tirkî û bakurê kurdistanê ye. îsot 9 hejmara derketîye, hejmara ewil: îsot 1

tewlo (1992)
min ê bigota kovara me ya mîzahê ya ewil a li kurdistanê derketî ye, lê na, na; li stenbolê di 9ê nîsana 1992'ya de ji hêla derdora rojnameya gündem'ê ve hatîye derxistin. kesên wek musa anter, ismaîl beşikçi, halil incesu, seydoş xirabxoş tê de cih girtine. tewlo piştî 3 mehan tête girtin û tenê 13 hejmar jê derdikevin. tewlo kurdî-tirkî bû û nivîskarên wê jî ji civata kurdî dûr bûn, ji ber van sedeman ew tama di mîrkut, zengil û îsotê de li vir çênebûye. tewlo 13 hejmara derketîye, hejmara ewil: tewlo 1

pîne (1999-2002)
di çiriya pêşîn a 1999a de destpê dike û dibêje: "pîne... bistîne, bigerîne û bixwîne. pîne...", "%100 kurdî" û mottoya hejmara ewil "qûna tazî tembûr dixwazî." di hejmara 25ê de yekê bi koda mazlum dogan dibêje:
pîne 25, 2000
"neçe mitîngan,
tenê vê yekê bike
neçe saziyan
tenê yekê bike
pîneyê nexwîne
tenê yekê bike
(...)
me got emê hey bêjin
bi tenê bi zarokan re bi kurdî bipeyive!...
an bi zarokan re bi kurdî bipeyive
an dev ji vê dozê berde!..."
di kovareka siyasî de bangeka wilê, heta dibêje min nexwîne û here zarokan re bi kurdî biaxive, zirav e zirav, cesaret e û xweyheq e.
pîne qerfî û wêjeyî ye, 33 hejmar jê filitîne. gelek nivîskarên kurd tê de nivîsîne. di kovarê de karîkatûr jî pir in, nivîsên quncikê jî. têra xwe henek û qerf û têra xwe rexne û mîzah e. hejmara ewil ji vir bixwînin: pîne 1

golik (2012-...)
kovara me ya herî emrdirêj e, ew jî ji nava zindanan derketîye. ji hêla girtîyên kurd ên di zindanên dewletê de tête derxistin. teq û req ji 2012'an ve heta niha dewam dike, herî dawî 2017ê jî 2 hejmar jê derketin û hejmara golikan bû 18. golik ji nivîs û karîkaturên girtîyan tê berhevkirin û wilê tê çapkirin. van salên dawî piştgirîya bo golikê hinekî zêdetir bû, ev ji bo wê baş bû, piştî hejmara sibatê ya 2017 hejmara tebaxê jî derket. golik golikên me ne, har û dîn û ciwan e. hejmara ewil: golik 1

belê, piştî evqas danasînê çi heyf û mixabin e kovareka me ya mîzahê ya emrdirêj û çalak nîn e. jixwe rewşa kovarên kurdî yên wêjeyî li meydanê ye, belkî kovareka kurdî ya mîzahê bêhn û nefes bida kovarên din jî. çi zanim.

min gelek sohbet û civatên kurdî de mesela kovareka mîzahê ya bi kurdî dibihîst. talîya talî û mala xwedê ava, me carekî'de xebera ne yek lê du kovarên kurdî yên mîzahê bihîst. belê ne yek, dido.

ya ewil
zîtok
li gor ragihandina devliken kelogirî kovareka mîzahê bi navê zîtok ders bi weşanê dike. û devliken kelogirî dibêje: "Di Kovara Zîtokê de partîzanî, rêxistinparêzî, îdeolojîparêzî, olparêzî tune ye; tenê partiyek-rêxistinek-îdeolojiyek-olek heye; ew jî kurdîparêzî ye. Kovara Zîtokê, bi zimanekî xwerû kurdî, bi mîzaheke bi mentiqa xwe kurdî û têra xwe serbixwe-xweser-azad û vekirî, lê bi helwesteke netewperwerî wê dest bi xizmeta kurdî bike. Em ê bi qerf û mîzaha xwe dilê dost û hevalan xweş, dilê dijmin û neyaran reş bikin."
dîsa li gor wê ragihandinê kovareka mehane ye û banga abonetîyê li xwîneran dike û dibêje hûn jî bi nivîsên xwe tevlî me bibin. ji bo van tişta hûn dikarin têkilîyê bi rêya emaîlê bi wan re deynin: peywendi@zitok.org

ya duyem
nav ne diyar e
li gor gotinên mem zînistanî kovareka kurdî ya mîzahî ji hêla derdora redkarên wîjdanî yên kurd ve wê bête derxistin. mem zînistanî dibêje: "heke meyser bibe, ew ê hetanî çendekî bi serkêşîya qijika reş (brahîm) kovareke kurdî ya anarko mîzahî tev li kovargerîya me bibe, ku wî û aktîvîstîn der û dora wî yên redkarên wîcdanî çend sal berî niha bi navê 'qijika reş' jî kovarek derxistibûn." li gor hin gotegotan, kovar wê ji bo nivîsên di kovarê de bête weşandin heqê telîfê jî bide.

ez çi bêjim, belkî 2018 saleka xweş be ji bo me kurdan. saleka tijî serkeftin be, tijî pirtûk û kovar, tijî mîzah û rexne...

***hûn dikarin hemû kovarên min li jor behsê kirî di arşivakurd.org'ê de bibînin: kovarên kurdî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN