15.01.2018

çîrokên şevên dirêj [berhevkarî - 2]

ji amedê hatime cizîrê, kameraya min û dengira min li cem min, du qet cil û lênûskek û çend pênûs. piştî me atolya xwe ya folklorê ku di bin banê weqfa mezopotamyayê de pêk hat û 3 hefteyan ajot û akademîsyen û xebatkarên folklora kurdî tevlî bûn, min ji bo derketina qadê berê xwe da cizîrê; hatim pêşîyê min ji nava malê destpê kir, ji dîya xwe û bavê xwe çend çîrok qeyd kirin, dûvre çûm cem sêva simaîl a deştlanî wê çend stranên destrecê (şeva hinê) gotin û min qeyd kir, paşî dîsa hatim cem gotoxê xwe yê herdem hazir û tijî evdê hacî; ji min re nêzîkî 30 çîrokên kurt gotin, min deng qeyd kir, da kamerayê; piştî çend seeta westaha, min go xalê evdê ka çîrokên dirêj, ma ew nîn in cem te, wî got: "oho, çawa nîn in, lê ew ne yên niha ne, çîrokên dirêj yên şevên zivistanê ne, niha ez wa naabêjim, here zivistanê were." ez jî çi bikim, min kamera û dengira xwe girt û mam hêvîya zivistanê 

cihazê berhevkarîyê

mam hêvîya zivistanê û nesîb bû em gihan çileyê. ji bo çîrokên şevên dirêj hatim cizîrê û min pirsa xalê evdê kir.
yadê got: "(...) jinxala te edlê nexweş ketîye û birine banî de, xistê!" weeew, avek sar serê min de hate xwarê. min dilê xwe de got: çû, çîrokên şevên dirêj mane zivistanek din. bavê min rabû go ka em herin meyzên çawa ne, çawa bûne. ez jixwe hazir bûm. lê ji ber vê xeberê min kamera û dengir li odê hişt, ji pişt min ve çiqa girîn çiqa hêstir herikandin nizanim êdî. em rê de diçûn min digo ya xwedê, baş bûbe û anîbin malê, dilê xalê evdê hacî nexweş be, ez nikarim behsa ti gotina çîrokê bikim. axir em çûn mala wa, jixwe binya mala me ne. derîyê hewşê vekirîbû, em ketin hewşê çûn ber derîyê salonê du zarok hatin derî li me vekirin, em derbasî oda rûniştinê bûn, oooxx xwedê wa xaleta edlê li wir e, erê nav ciha de ye, lê baş xuya dike. me halê wê pirsî, kîsikek tijî derman û îlac nîşa me kir, li gor gotina wê kevir di nava ziravê wê de çêbûne û êşa pişta wê ji ber wê ye û divê emelîyat bibe, wê jî gotîye niha zivistan e, min sar e :) emelîyat taloqî biharê bûye, ev ji bo min xebereka xweş bû û helbet rewşa wê ne ewqasî giran bû, ev hê baştir bû.

xalê evdê wek her car dîsa çûye mêja xwe cimaet bike, em jî rûniştin, piştî nîvseetkê xalê evdê da derî. evdê hacî ji bûnisra ye, bejna wî dirêj e, nêzîkî 2 metra ye û gir e, cemedanîyek reş û spî li sera ye. hat yeko yeko merheba da me. me li hev pirsî. min pirtûka xwe derxist min gotê: xalê evdê ev e kitêba me derket, navê wê mamikên botanê ye, keda te jî gelek tê de ye, min yek ji te re anî. go: "ez nizanim bixwînim,  ka çi jê lê bikim" min gotê temam bila ji kurê te hisên re be, ew kurmancî jî dixwine. (hisên zanîngeh qedandîye, çend pirtûkên xwe yên kurdî nîşanî min kir, zêde behsa weşanxaneya evrenselê û pirtûkên wê yên kurdî kir, hinekî jî dengê xwe bilind bikira me yê xweştir ji hev fêm bikira) ber re min li xalê evdê dimezyand, min gotê xalê evdê ev e navê te jî tê de ye, navê te êdî winda nabe, keyfa wî jî dihat :)

şeva me destpê kir
qederek çû hêdî hêdî ew û bavê min germ bûn, destpê kirin, bêhtir çîrokên rovî yek wî yek wî got, mamikek wî yek bavê min got. ez jî yên berê re dibêjim ez vê zanim, meyzên ev e di kitêbê de heye. paşî zûgotinoka dibêjin. çend libên nû dibêjin ez bi lez û bez dikim wan jî di têlefona xwe de qeyd bikim. paşî zûgotinoka diavêjin ber hev. vê di neqebê re bêjim; zarok û jin û mêrên malê jî guhê xwe bel kirine, dengê televîzyonê niha qut bû, bi her mamikê re hinek hewl didin bersivê bibînin, difikirin an jî her zûgotinokê re pilqînî li wa dikeve; ez hewl didinm tekrar bikim tevlîhev dikim "konê me'b qîrê ve, qîr konê me ve" dikenin dikenin. li mehdê bavê xwe û xalê evdê dimeyzênim keyfa wan li cih e, herkes guhê xwe dide wan, ew jî dikin tişteka dijwar bibînin qene yên din nikaribin bêjin, berhev de diçin, qaqeboyekî dikin, rûyê wa her geştir dibe; bavê min carekî go ka em rabin, xalê evdê sekinand ka bise çend libê dî mane. dibêje ka çayeka dî jî vexwin.

kurê xalê evdê, bavê min, evdê hacî

ez ji xalê evdê re dibêjim: xalê evdê îşev ne lê ye, min got ez werim xeberê bidim te, ev e sibî êvarî ez ê mekînên xwe bînim û werim, wek te gotî tu yê çîrokên şevên dirêj ji me re bêjî û ez ê qeyd bikim. xalê evdê go bilaa, tu çawa bixwazî. (xwedê ji her berhevkarê folklora kurdî re yek wek xalê evdê bike nesîb)

xaleka din a muhîm jî: di van civatan de û di zimanê folklorê de erotîzm an zimanê serbest e, mamikên ewqa serbest û erotîk lê bê eybî nav ewqa insan de tê gotin, mirov ecêbmayî dimêne. ez ê rojeka din berfirehî behsa vê bikim.

atmosfereka gelek xweş e, gava ew herdu berhev de diçin cimaeta hazir jî têr dikene. çay digere, gotinên berê li hêtên xênî olan dide û ev hêz dengê televîzyonê têk dibe. ev şevbihurk bîranînên wan insana yên ji gund tîne nava bajêr.

16.01.2017 cizîr 01:11

2 yorum:

  1. Spas ji bo te ku tu me li ser ekranan be jî li malên kurdan dikî mêvan. Her çiqas devên me bi çaya li malan nebe jî dê dilê me gelek bi şah dibe.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. spas birêz adsiz, şîroveyên xwe kêm neke :)

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN