16 kevirên spî 16 yên spî, wêne: economist |
ji kişikê bêhtir damê hakim bû, li welatê me. xelk, gundî, cotkar, pale û ticar damê dilîstin; axa û mîr jî kişikê.
piştî xelkê ji gunda berê xwe da bajaran ew zilamên mezin ên di bin siha darên mizgeftê de damê dilîstin çûn ketin quncikên qehwexaneyan. lê vê carê êdî xort û ciwan li dora wan nabin kom, xem û meraqa wan nabe dama bav û kalan.
xema xortan; facebook û instagram e, keçikê bersiv da an neda, messi bêhtir gol avêt an ronaldo, xecê herdem an şahê bedo û hwd.
li amedê çend qehwexane hene, cihê wan zilamên mezin e, tên ji xwe re damêya xwe dilîzin. li dora wan yên qasî wan kom dibin, carna çend kesên meraqoyî tên, ew jî ji bo nîvseetkî.
li ofîsa amedê li kêleka qirixê, yüksek kahve heye. li wir herdemî damcî hene. çay digere, dam digere. yek radibe yek dirûnê; yek siwar e, yek dixwe.
yuksek kahve, ofîs. wêne: google |
veysel çayevi. wêne: xewşeriqî, 2018 |
xeberê dide reqîbê xwe dibêje ev e ez têm, kevirê xwe digre û gavekî pêşde, hişşik dibe û dibêje: "de heree!" yê din dibêje: "were bixwe!"
nêzîkî 11-12 kes niha seyra damê dikin. komek du extîyar in, kes li dora wan nîn e. koma din hinek din ciwantir dora 50-60î ez û 4 kesên din, koma din qerebalixtir e, emrê lîstikvanê wê dora 40-45î ye.
dam e, êrîş e, pîlan e; hemû kelecan û zirt û pesn e. lê divê illeh yek li kêlekê hebe, taktîka bide, an bela xwe li yekî bide û bêje: "ma tu jî oyincî yî, te yê wiha bikira, oyin ya te bû."
li amedê li koşkên damê xort û ciwan nemane, kêm cara, yek an dido. bala xorta nakişîne.
li amedê li koşkên damê yek ziman heye, ew jî kurdî ye. (carina zazakî bêhtir kurmancî) belê êdî ew ziman jî bala xort û ciwana nakişîne.
Çima seriya nivîsé de bîst kevir hatiye nivîsandin? Û meraqliyé damé ciwan jî gelek in.
YanıtlaSil20ê ci :)
YanıtlaSilma tu xwe ciwan dihesibînî birêz adsiz. çend kit û mitên wek te mane, min li jor gotiye jixwe;)
me jî an bi tenîyê, an jî bi qetekî tulayê xêzê xwe çêdikirin. nizam ez dikevim kîjan kategorîyê ciwan an kal? :D
YanıtlaSilwey wey, jinên damê dilîzin ezîz in. helbet tu jî yek ji ciwanên kêmmayî yî. :)
Silhat bîra min me jî carina bi qetek tuxlayê xêz dikir :)
Sil