10.02.2018

tirsik.net 6 salî ye

tirsik.net "eynika civaka kurdan e."* eynik û hişê civaka kurdan tirşik, tirşika me, di gulana 2013'ê ava bû û vê gulana 2018'ê 5 salîya xwe timam dike û dibe 6 salî.
dîzayn: xewşeriqî
tirsik.net'ê bi xwe re nifşek çêkir, nifşeke ku hewl dide ferhengeka înteraktîv a li ser mijarên cur bi cur çêke. ji şimik heta kumik her tişt mijara tirşikê ye. ji têgehên endezyarîyê heta hiqûq, tib, wêje û çandê û ji rexneyê heta pesndayîn, fikr û ramanê cihê xwe di tirşikê de dîtîye û hatine pênasekirin.


tirsik.net warek e, li ser înternetê rê dide bikarhêner û şopînerên wê li zimanê xwe vegerin. hem hûrgilîyên zimanê xwe hîn dibin, hem pênasekirin çawa çêdibe wê hîn dibin û hem zanîn û ilma xwe ji bo pêşerojê qeyd dikin. gelek bikarhênerên tirşikê bi xêr û bereketa tirşikê kurdîya xwe pêşde birin heta tirşikvanekî digot: "bi saya wê îro min xewna xwe bi kurmancî dît."**

ez jî yek ji sûdwergirê vê avzêma kurdî me, min got bi hilkefta 6 salîya tirşikê em hinekî guhê xwe bidin ser bîranîn û fikrên tirşikvanan. ji bo vê xewşeriqî wê bi tirşikvanan re rêze-hevpeyvînan çêke û li vir ji dorê ve bête weşandin.

li hêvîyê bin, di demek nêzîk de...

edit: pirsên we hebin, li jêr binivîsin, ez ê şûna we bipirsim.

*endazer, binêre
**hun çawane heval:))))))), binêre

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN