18.02.2018

damê: lîstika bav û kalan, ne ya ciwan û xortan

tê bîra min, em li gund zilamên mezin hemû li binya darên mizgeftê li dora hev kom dibûn; li ser çîmentoyê an jî li ser qertonê bi tebeşîrê an bi tenîyê dam çêdikirin û 16 kevirên hûrik yên spî, 16 kevirên hûrik yên reş jî peyda dikirin û dest bi damê dikirin. em zarokên gund jî li dora wan kom dibûn, yek jipiya yek rûniştî, herkesî hewl dida serê xwe bixe nava lîstikê. gava yekî digot: "ez siwar!" an jî yekî digot: "de bixwe vê libê" yên dorê û yê pêşber guhê xwe bel dikirin; çi pîlan dike, ev xefk e an lib libê ye?
16 kevirên spî 16 yên spî, wêne: economist

ji kişikê bêhtir damê hakim bû, li welatê me. xelk, gundî, cotkar, pale û ticar damê dilîstin; axa û mîr jî kişikê.


piştî xelkê ji gunda berê xwe da bajaran ew zilamên mezin ên di bin siha darên mizgeftê de damê dilîstin çûn ketin quncikên qehwexaneyan. lê vê carê êdî xort û ciwan li dora wan nabin kom, xem û meraqa wan nabe dama bav û kalan.

xema xortan; facebook û instagram e, keçikê bersiv da an neda, messi bêhtir gol avêt an ronaldo, xecê herdem an şahê bedo û hwd.

li amedê çend qehwexane hene, cihê wan zilamên mezin e, tên ji xwe re damêya xwe dilîzin. li dora wan yên qasî wan kom dibin, carna çend kesên meraqoyî tên, ew jî ji bo nîvseetkî.

li ofîsa amedê li kêleka qirixê, yüksek kahve heye. li wir herdemî damcî hene. çay digere, dam digere. yek radibe yek dirûnê; yek siwar e, yek dixwe.
yuksek kahve, ofîs. wêne: google
li hala kevin jî qehwa weysel (veysel çayevî) heye. min ew der nû kişf kir. li hundir dengê televîzyonê, ji dûmana cixarê tu nikarî bêhna xwe bidî û bistînî, lê li derve li bin kolika qehwê li sê ciha sê kom çêbûne, li nava her sê koma sindoqa damê. sindoqa damê min nû dît; çar ling, ser wê kaseyek û çavîya wê (paşîyê kevirên damê dixine zikê wê), ser wê jî depek pehn û fireh, li dora wê sênca wê û kevirên damê, bîst li wî alî bîst li vî alî: "de herre"

veysel çayevi. wêne: xewşeriqî, 2018

xeberê dide reqîbê xwe dibêje ev e ez têm, kevirê xwe digre û gavekî pêşde, hişşik dibe û dibêje: "de heree!" yê din dibêje: "were bixwe!"

nêzîkî 11-12 kes niha seyra damê dikin. komek du extîyar in, kes li dora wan nîn e. koma din hinek din ciwantir dora 50-60î ez û 4 kesên din, koma din qerebalixtir e, emrê lîstikvanê wê dora 40-45î ye.

dam e, êrîş e, pîlan e; hemû kelecan û zirt û pesn e. lê divê illeh yek li kêlekê hebe, taktîka bide, an bela xwe li yekî bide û bêje: "ma tu jî oyincî yî, te yê wiha bikira, oyin ya te bû."

li amedê li koşkên damê xort û ciwan nemane, kêm cara, yek an dido. bala xorta nakişîne.

li amedê li koşkên damê yek ziman heye, ew jî kurdî ye. (carina zazakî bêhtir kurmancî) belê êdî ew ziman jî bala xort û ciwana nakişîne.

5 yorum:

  1. Çima seriya nivîsé de bîst kevir hatiye nivîsandin? Û meraqliyé damé ciwan jî gelek in.

    YanıtlaSil
  2. 20ê ci :)

    ma tu xwe ciwan dihesibînî birêz adsiz. çend kit û mitên wek te mane, min li jor gotiye jixwe;)

    YanıtlaSil
  3. me jî an bi tenîyê, an jî bi qetekî tulayê xêzê xwe çêdikirin. nizam ez dikevim kîjan kategorîyê ciwan an kal? :D

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. wey wey, jinên damê dilîzin ezîz in. helbet tu jî yek ji ciwanên kêmmayî yî. :)

      Sil
    2. hat bîra min me jî carina bi qetek tuxlayê xêz dikir :)

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN