niha hatim rawestgeha dolmîşên şirnexê, ji bo karekî ez ê herim şirnexê, wek şirnexîya gotî şirnexa rengîn.
dolmîş piştî tijî bû, derket ser rê û berê xwe da pira cizîrê, piştî ser pirê derbas bû giha noqtê. ecêb e êdî wek berê li kimliga nameyzênin, ez nizanim ji ber baranê ye an êdî westane. piştî ji wir derbas dibe dolmîş destê çepê dizivire û dikeve ser rêya şirnexê. ji noqteya dî 200 metr wê de noqteyek dî jî, ew jî kimliga naxwaze û em derbas dibin.
ji gelîyê qesirkê re dibûrin û digîhin nava qesirkê, li wir jî noqteyek heye. ew jî dibêjin temam e û em ji wir jî derbas dibim.
dolmîş |
ez ji were bêjim, bi dolmîşek kevin ev rêya xwehrovajî heçku tu di nava tekelek mezin de û te ji kaşekî bigindirînin, gurm xurm gurm xurm, ziiererrrr....
niha li hêla rastê çîyayê cudî, avka masîya, kanên komirê, bêhna axê ya piştî baranê, gîyayê nûbişkivî, darên tazî....
berî bigihin şirnexê dîsa noqteyek din heye. li vê noqtê rêwî dest diavêjin bêrîka xwe, kimliga derdixin, ecêb. lê li vir jî dibêje derbas.
li cizîrê baran hûrik hûrik dibarî, piştî qesirkê baranê xweş kir, li şirnexê bû berfek hûr û hat.
şaredarîya şirnexê, cudî, keştî |
dolmîş sekinî, min ji yekî pirsa cihê ez herim kir, yekî tehrîf kir yekê din peya bû û bi min re hat heta wê derê. carek dî min bi çavên xwe dît, li kurdistanê bajarê herî mêhvanperwer şirnex e.
min karê xwe qedand, derketim derve; berf e, ba û bablîsok e. min niyet hebû herim çend ciha, lê ji ber ba û berfê û cemindandina min, hema min xwe berda jêr û dîsa hatim rawestgehê, min xwe avêt ereba cizîrê û vegeram.
ji hundirê erebê; wek sehneyek ji fîlmên rojhilat:
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder