10.01.2018

saît faîk abasiyanik û çîrokeka wî "hişt hişt"

bi wergerek nû dîsa merheba. dîsa çîrokeka tirkî ye lê vê carê saît faîk abasiyanik dibe mêhvanê me. saît faîk jî yek ji giregirên wêjeya tirkî ye. 1906ê çêbûye û 1954’ê jî ji vê dinyayê bar kiriye. şair û romanûs e, lê eslê wê çîroknûs e. di çîroka tirkî de dewrek nû daye destpêkirin. bakî suha ji bo saît faîk dibêje wî teknîka klasîk a çîrokê hilweşand û mirovên jirêzê, jidil, hem ji alîyên baş hem alîyên xerab ve, çawa bin eynî wilê, lê bi zimanekî helbestî û hostayî vegot; dema ev tişt kir jî xwe bi tarzekê tenê ve an tenê bi ekolên rojavayî ve girê neda, her di nava hewldanê û lêgerîna tiştên nû de bû.

li ser navê saît faîk ji sala 1954ê û vir ve xelata çîroka baştirîn tê dayîn. ji bilî 6-7 sala van 63 salan de her sal pirtûkeka çîrokan a tirkî xelat wergirt. tişteka çawa ye, hesteka çi rengî ye, em jê bêpar mane. cerribîneka me -ji bilî xelata helbestê ya arjen arî, ew jî ev çend sal e- mixabin tune ye.


werhasil ez hê bêhtir dilê we reş nekim û rê bidim wergera xwe. min berî salekê li ser tirsik.net’ê ev çîrok weşandibû, lê niha min ji nû ve ji serî ve serast kir, gelek xeletî û kêmasî verast kir û bi wêneyên ridvan başkurt ve xemiland. hêvî dikim bi dilê we be, li hêvîya şîroveyên we me.

hişt hişt!

rêve diçûm. hingî rêve diçûm dilê min xweş dibû. bihêrs bûm dema ji malê derketibûm. belkî jî hêrsa min ji ber cilêtê bû. dibe, dibe! teqez ez ji cilêtê hêrs bibûm.

keskbûna giyayan, şînbûna behrê, sayîbûna asîmanî, tişteka gelek rind e. qey ka kî gotîye ne rind e? bêaqilî! heke baran bariyaba? heke keskahiya giyayan xemrî, heke şînahiya behrê sor bûya? ser meselê heke bibûya ha hingî dibû.
@RidvanBaskurt, kurdistan

min pelçimeka rengçeqolat, bizineka rengbehîvterk dît. yekî ji piştê ve got:

- hişt.

ez zivirîm, min lê meyzand. strîmişkên nû yên hê bejna wan bi qasî bostekî dirêj nebûyî û berzelingên di tama alûçeyê de meyzandin min. dinanên min alû bûn. di rê de ti kes nebû. min serbanê malekê, du çûkên ji dûr ve difirîn, ji neqeba pelçiman re behr dît. di rêya xwe de çûm û got:

- hişt hişt.

min xwest bizivirim û meyzînimê. belkî jî hingî min gelekî xwest min nekarî bizivirim û meyzînimê. dibe. çûkekê kiribe hişt hişt û firiyabe ji asîmên. ji pişt min re mar, kîso, an jîjoyek derbas bûbe. belkî kêzikek hebe dibêje hişt hişt. dîsa got:

- hişt!

vê carê belkî jî ji ber dilsariyê ez zivirîm û min lê meyzand, heçku yekî xwe kiriye pişt devîyê û xwe vedişêre.
@RidvanBaskurt, kurdistan

rûniştim qeraxa rê. hema piçekî ji min dûr kerek diçêre. rengê wê jî behîvterkî, dev, dinanên wê, guhên wê, bejna wê çiqas spehî ne. diçêre. gîyayî di devê xwe de biqiçqiçîne û dixwe. belkî jî min ev dengê qiçqiçandinê wek hişt hişt bihîstibe. dengekê ji dengê çinîna gîyayî ya kerê zehf cudatir got:

- hişt hişt hişt.

te dî carinan dengekî zehf nas di bin guhê mirov de bi navê mirov dibake. dibe ne wilo? pir kêm tê dîtin. belkî jî ji nava serê te dengekê tu gelekî hijê dikî, gelekî xweş tê bîra te, bêdeng, gazî te kiriye. çêdibe.
ridvan başkurt, kurdistan

di carekî de mijeke zer û ecêb ku naşibe ewran dorûberê tavê vegirt. destekî pîs ji ser pişta kerê behîvterkî pertalek kişand û bir. sakoyê xwe yê xwelîrengî, hin qet û met jê weşiyayî yê kevin wek hercarî li kerê kir.

çûme ser rê. çiqasî bêje hişt bila bêje. bixwaze bila dostekê jidil yê dilzîz be. bixwaze bila ne tu kes be, bila ez kesekê teredîn ê xwe bi xwe ji guhê re xwe re dibêje ‘hişt hişt’ bim, ez ê guh nedimê.

belkî çûkek be. belkî kîso be. belkî jîjoyek be. belkî jî masiyek an cinawirek be ji wê behra nêzîk dibake. qermeravî be. çûka mihalakî be.

a baş ez ê xwe û xwe bêjim ‘hişt hişt’. hingî min dest bi çimçimekê kir ku temama wê zêde naşibe temamiya bakirina ‘hişt hişt’ê, heta ji bo ku neşibê min hewil dida.

ji nişka ve, min li pêşiya xwe jinikek û mêrikek dît. rêya tetwanê* ji min pirsîn. min gote wan eyn ev rê ye. heçku rê bi rê ket û livîya. ew rêve neçûn. di du gavan de ji min dûr ketin. min di nava kerîya pezî re kurê keşeyî yê devdevkî xwe dirêj kirî dît. ji ser rûyê wî mehlûqeke mîna dîkê deqdeqokî yê xêvik rabû. gilîza devê xwe paqij kir. ji lingên berxikê ve girt. bi berxikê re kete erdê. ji pozê berxikê maçî kir. kurê keşeyî bi rûyekê kirêt, xêvik, emr-sihûyek meyzand. niha ez di zevîyeke kulîlkan de bûm. ya ji min re digot ‘hişt hişt’ esseh çûkek bû. hene hin çûkên wilê. nabêjin çîk çîk, şûna wê dibêjin ‘hişt hişt’. çûk e çûk.

mêrikekî erd merr dida. pêl hêsinê merrê dikir, şaltî* ya helesorî, diquliband ser serê wê. wî gote min:

- merheba hemşerî.
- ooo! merheba!

dîsa berê xwe da karê xwe. min got ‘hişt hişt’. guh nedayê. min careke din got ‘hişt’. dîsa guh nedayê. hişik* hişt hişt hişt! gote min:

- “fermo bego.” min gotê:
- min tiştek negotiye.

tiliya xwe ya qilîçkê kire guhê xwe’de. xurand. derxist û li tiliya xwe meyzand. dikir bi darê merrê ve paqij bike. min got:

- hişt hişt.

serê xwe rakir, meyzand asîmên. meyzand çûkan. meyzand behrê. zivîrî û bi goman meyzand min. min gotiyê:

- “îsal artîşok* çawa ne?” wî got:
- ne baş e.
- tu yê baqilan kengî biçinî?
- hê jê re maye.

weke bêhnê bidim bistînim min kir hişt.

dîsa bi goman meyzand behrê, bi goman meyzand asîmên, bi goman meyzand min. min got:

- “divê çûk bin.” wî got:
- “xuşîniyek tê guhê min jî lê, -û dewam kir-, ji kîjan alî ve tê? jixwe van rojan ev guhê min giran bûye.” min gotê
- divê bê şûştin, yê min jî wan rojên din giran bûbû...
- te da şûştin?
- “min neda şûştin, hewce nekir, ez çûm doktor. jê derxist; pîsî bû.” min pirsî:
- zarok çawa ne?
- “baş in. neh bûn man heşt. tu dizanî jixwe serpêhatiya ya nehê...” min gotîyê:
- hiş be, hiş. dil û hinav şewitî. de’b xatrê te!
- de bila, oxira te ya xêrê.

piştî ku hinekî dûr ketim:

- hişt hişt.

min vê carê qefalt. baxvan bû. ew bû ew. min got:
- “haydê haydê min vê carê tu girtî.” got:
- na wilehî, wilehî hê min baqil neçinîne, ma çima ji te veşêrim, ne bi perê xwe ye?
- ma ne tu yî dibêjî ‘hişt hişt’?
- ez jî dengekî dibihîzim, lê belê ka nabînim ji ku tê?

ji ku tê bila bê ji çîyayan, ji çûkan, ji behrê, ji mirovan, ji giyayî, ji kêzikan, ji kulîlkê. hema bila bê ji ku tê bila bê! dengek wekî hişt neyê xerab e. piştî hat dûvre bila bijî kulîlk, kêzik, benîadem.

hişt hişt!
hişt hişt!
hişt hişt!

saît faîk abasiyanik
ji tirkî: rênas xendekî

*tetwan: metna resen de 'kalpazankaya' derbas dibe; ev der cihekê nêzî avê ye, ji bo ger û vexwarinê saît faîk jî gelekî çûye wê derê li wir maye.
*şaltî: kêsek, gumtil, girikên axê
*hişik: lezgînî, zû zû
*artîşok: xirşûf, nînokên bûkê, engînar

2 yorum:

  1. beriya 8-9 salan fîlan bû, min li stenbolê li "Fatih Reşat Nuri Sahnesi", şanoya vî çîrokî temaşe kiribû û jê hez kiribû. şanoyek samîmî bû, şanoger jî gelek baş bû lê kî bû nayê bîra min.

    YanıtlaSil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN