14.01.2018

navenda mafên zarokan û doza mihemed û furqan

îro 11ê çileyê, 2018 e. sibeh zû, hê tavê neavêtîye. berê me li cizîrê, 3 parêzer û ez û xebatkarê baroyê bi erebeya baroyê bi rê ketin. baroya amedê bi navend û komîsyonên xwe hewl dide xwe bigihîne hemû bûyerên binpêkirina mafên mirovan; yek ji navenda herî çalak navenda mafên mirovan e; bin banê wê komîsyonê de komîsyonên cuda hene, wek komîsyona girtîgehê, komîsyona êşkenceyê û hwd.
navenda mafên zarokan, baroya amedê 
                  
du komîsyon hene bi demê re ji navenda mafên mirovan qut bûne û niha bi serê xwe navend in; navenda mafên zarokan û navenda mafên jinan.
mijara me girêdayî navenda mafên zarokan e. 

ev navend di serî de li kurdistanê li kîjan deverî be ferq nake li dijî zarokan tundrewîyek an istîsmar an rasterast kuştin û bûyerên weke vê çêbin dikeve pey û dibe şopdarê wê yê hiqûqî. herwiha navend ji bo stajyer û parêzerên xwe di vî warî de bigihîne panel, semîner û komxebatan çêdike. 


berî mehekê ez jî tevlî yekê bûm: perwerdehiyê du roja ajot, sibê 9ê heta 5ê êvarî, parêzer, hakim, pedagog hatin li ser mafên zarokan pêşkêşî kirin, ez vê bêjim min têra xwe jê feyde dît, gelek rê û rêbazên nû, gelek tiştên nû hîn bûm. 


navenda mafên zarokan bi vê rêbazê li ku li dijî zarokan kiryarek xirab pêk bê, diçe wir û dest dane ser bûyerê. yek ji van bûyeran bûyera herdu zarokên li silopya di xew de hatîn kuştin e. heke bê bîra we li silopya mihemedê 7 salî û furqanê 6 salî li mala xwe, li ser doşeka xwe pix kiribûn xewê, lê polîsê ku xelk dibêjin serxweş bû berê ereba zirxî ku jê re dibêjin 'akrep' da mala furqan û mihemed; herdu zarok di xewka şîrîn de kuştin. tarîx 04.05.2017.


furqan û mihemed û odeya wan 

di danişîna ewil a dadgehê de, polîsê girtî hate berdan, tehlîye bû. dozger ji bo barê polîs sivik bike çi ji desta hatibû kiribû. serokê baroya amedê, baroya şirnexê û parêzerên wan gelekî baş xebitibûn û ji bo malbata zarokan çi ji destê wan hat kirin; iddîname li bin guhê erdê xistin; dozgerî ku karê wê îddiakirin û lêkolîn e, dema îddia dike divê hemû hesaban bike, dadgeh paşî dikare îddiayê sivik bike û cezayê kêm bide, lê dozgerî dema polîsek li kursîyê bersûcan rûnê çavên xwe dihre û tiştekî nabîne. me li wir û gelek bûyerên wek vê de dît çawa dixebitin. 


nîqaşa di danişînê de qewimî ev bû; ev kiryar bi texsîrê çêbûye an bi qest. qest jî qesta mihtemel (bi kurtî kiryarr dibêje tiştek çêbe jî bila çêbe.) dozger digot texsîr e, parêzera digot vî kesî du zarok di xewa wan a şîrîn de kuştine, serxweşî li akrepê siwar bûye, ne serxweş jî be li gor rêziknameyê divê tenê li akrepê siwar nebe lê ew tenê ye, erebeyek ewqas giran di nava bajêr de berê wê daye malekî, ji ber ku cihê erebe jê rabûyî û malê ne rasta hevde ye, ji bo erebe here li malê bikeve divê du cara manewra bike; dîsa ji bo kesek vê erebê biajo divê perwerdehiya wê bibîne, ji bilî ehlîyetê sertifîka wê bistîne, lê ew jî tune ye; piştî bûyerê akrep ji cihê bûyerê revandine û birine û hewl dane şopên sûc  paqij bikin û jê xilas bibin. li gel evqa tiştên berbiçav jî dadgehê tehlîye da polîs.

îro ji bo danişîna duyem em diçin cizîrê vê carê wek danişîna ewil em ne qerebalix in lê têra xwe hene. 06:23


seet dor 11ê danişîn destpê dike. di vê danişînê de dilxwede şahid wê bên biaxivin, ji bilî wê encamên keşfê û çend bersivên din hatine. li gor encamên keşfê gotinên bersûc ne rast in û parêzerên zaroka tiştên muhîm tespît kirine. şahidê ewil serokê ewlehîyê yê slopya ye, hatîye ber dadgehê destê xwe girêdaye, îfada xwe dide; ji ber ku ew jî amir  e û yê emir daye ew e, gotinên wî lihev diherbilin, dadger pirsê dubare dipirse û ew hewl dide xwe ji bûyerê xilas bike; polîsên bin emrê wî de girtenameyek girtine û gotine wî bi emirê devkî destûr daye, lê niha ew di dadgehê de dibêje memûr derewa dikin. piştî wê yên din hatin, wan jî got amir nerast dibêje. werhasil dema pêl dûvikê wan kirin, bû mizmiza wan.


danişîn ji du seeta bêhtir dom kir. dawîyê dadgehê hin biryarên din dan û daxwazên memûrên dewletê hemû pêk anîn, yên parezaran tenê yên bivênevê qebûl kir; û taloqî du mehê din kir.

edaleta romê dema mesele zaro bin jî, zaroyên di xewka xwe de hatî kuştin be jî her eynî ye. çerxa felekê bo zaroyên me jî çep dizivire.



navenda mafên zarokan li amedê, bi parêzerên xwe yên dilxwaz hewl dide bibe parêzerê zarokên kurdistanê yên xewşeriqî û yên di xewka xwe de têne kuştin.


11.02.2017 cizîr



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN