29.12.2017

PANORAMA 2017

ev panoramaya 2017'ê ji bîra tirsik.net'ê ji entryên "xendekî" hatiye berhevkirin.


ÇILE: operasyona rizgarkirina reqayê destpê kir, ibrahim xelîl baran ji ber endamtîya rêxistinê hat desteserkirin. pêngaveka muhîm e di bloggerîya kurdî de, hêdî hêdî gelek blogên kurdî vebûn.

SIBAT: tirşikvanan li amedê civînek organîze kirin (bnr: 11.02.2017 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê)

ADAR: xwendinên li ser erich fromm, erdheja li semsûrê, gelek fîlm û gotinên pêşiyan, hinek mijarên sereke yên vê mehê bûn.

NÎSAN: bûyera sansasyonel a vê salê beyannameya çend ciwanên kurd a ji bo firat cewerî bû, ku xwe bi navê "Genç Kürtler Rahatsız" bilêv kiribûn.



GULAN: thales, anaksîmandros, anaksîmenes û cejna zimanê me

HEZÎRAN: stranbêjê botanê evdê gozelê çû ber rehma xwedê. firokeya sûrî xistin, monûmenta ehmedê xanî xira kirin.

TÎRMEH: mam tek dersê û bi xurtî piştî dana dersa hiqûqa îcra îflasê jî zanîngeh qediya, min dest bi staja parêzerîyê kir. (bnr: parêzerê stajyer).
+mihemed ronahî hate desteserkirin.
+peyama 100.000î ya tirşikê hate nivîsîn, (bnr: entrya 100000. a tirşikê)



TEBAX: xebata min a berhevkarîyê piştî 6 sala ji weşanên wardozê çap bû. (bnr: mamikên botanê)
+asoya helbesta kurdî bi logoyek nû me dest bi ji nû ve sazkirina wê kir.

ÎLON: biçûkêd kurmancan û cizreli mehmet ketin rojeva kurdan. eyda qurbanê û li rojava destpêka perwerdehîya kurdî yek ji mijarên vê mehê bûn.
+bextîyar elî li elmanya xelata nelly sachs stand.
+referandûma serxwebûnê ya başûrê welêt bi dengekê bilind "erê" bû

ÇIRÎYA PÊŞÎN-COTMEH: payîz e, dara pelên xwe weşandin. katalonya ji bo serxwebûnê got erê. zanîngeha sêyemîn li rojava vebû, êdî sê zanîngehên rojavayê welêt hene.
+mam celal ji nav me bar kir û çû.
+li şirnexê kana komirê herifî û dîsa çend karker mirin.
+kerkûk ji destê me çû, başûr bû hezar û pêncsed parçe.

ÇIRÎYA PAŞÎN-MIJDAR: asoya helbesta kurdî ji nû ve hate sazkirin û kete bin destê bikarhênerên xwe. li kurdistanê erdhejek mezin çêbû, erdhej xwe gihande her çar alîyê kurdistanê ji kurdistanê derneket, ji me re got kurdistan her welatek e nabe be çar.

KANÛN: ji bloga kevn bar kir bloga nû. ji nû ve, destpêkek paqij. zivistan e, lê ne ti zivistan e; ne berf e ne baran e.

timamîya salê ji bo geşkirina bloggerîya kurdî min hewl da blogên nû û yên berê di tirsik.net'ê bidim naskirin. ev jî lîsteya wan blogên min danasîna wan kirîye:
(bnr: xewseriqi.blogspot.com)
(bnr: nanoziko.blogspot.com
(bnr: dirokurd.blogspot.com)
(bnr: esrake47.blogspot.com)
(bnr: perxudres.blogspot.com)
(bnr: gulexan.blogspot.com
(bnr: vinkovar.blogspot.com
(bnr: zinarexamo.blogspot.com)
(bnr: birfirok.blogspot.com)
(bnr: berbend.blogspot.com)
(bnr: mistefaa.blogspot.com)
(bnr: eznexelefim.blogspot.com)
(bnr: xewname.blogspot.com)


*wênêyên derheqê TIRSIK.NET'ê ji alîyê bruya hayo miyazaki ve hatine amadekirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN