28.12.2017

li korîdorên dadgehê

îro sibê zû nerabûm, seet 10ê bûrîbû. ji salnameyê danezanek veniştibû ser ekrana telefonê: "cihê stajê biguhere" oooow, jixwe ev du roj bû min jibîr kirî, du roj ji kîsê min çû, niha jî ez mame xewde. ji nav cihan hilperikîm, min zû-zû betanîya xwe pêça avêt ser doşekê, doşek jî lê quliband û çend deqeya de dest û rûyê xwe şûşt û cilên xwe lixwe kir û derketim. min xwe gihand hatboyu. gelo otobûsên kesk siwar bim an dolmîşên piçûk, xwezî otobûsek zer bihata! ev e dolmîş, dolmîşê siwar dibim niha diçim dadgehê, berî mesaî bikeve divê xwe bigihînim dadxaneya îdarî ya diyarbekirê. 11:28

li korîdorên dadxaneya îdarî
dadxaneya (edlîye) îdarî ya diyarbekirê niha ketiye bînaya dadxaneya herêmî ya edaletê ku proje betal bû û neket dewrê, şûna wê li eyntabê vebû.
bîna hingî mezin e û dadgehên îdarî jî 3 heb in, wilê her ode jihev dûr, tu diçî ku pêjna tu kesî nayê, kes xuya nake, korîdorên dirêj û vala, bêdengîyek bivve heye.
dikevî cihê qelemê an karmendek heye an du, carna jî vala ye. yek were dosyeya xwe bidize malik li wa xira bû lê ne xema wan e. heta dema mesaîyê qelemê dadgeha îdarî ya 1. ji bo xwarinê derket, derî mifte kir û mifte danî ser lewheya aliyê çepê :) û çû.


li korîdorên dadxaneya amedê
li vir jî hingî dadgeh zêde ne, her derî tijî karmend û dosye ne, qeta ewil gava ji hêla têketina "hemwelatî"ya ve dikevî hundir du ciha polîs te disekinîne, ji mekîneyê derbas dibî, çi metal-hêsin hebe divê derxî, ji bilî wê jî navbera herduya de jî divê herî têketina fermî bikî li wir gbtyê dinêrin, piştî herdu cihê polîsa dikevî korîdora ewil; destê çepê re diçî salonên danişînê yên cezayê, tam pêşberî te pêpêlokek heye herî jêr önbüroyên ceza, hiqûq û dozgerîyê hene, alîyê çepê ve diçî dozgerî û çend cihên din. qeta duya bêhtir dozger û dadgerên cezaya giran rûdinin, alîyek jî dadgehên karî. qeta sêyan asliye ceza û asliye hiqûq dane pey hev. qeta çara jî baro, xwaringeh û gelek dadgehên din.

rojina pir qerebalix e, wilê insan dikevin bin milê hev. li ber derîyên dadgehan herkes ber ya xwe disekine, hêvî dike ji bo wa xebereka xêrê derkeve. hin cara malbatên bersûcên fetoyê li ber devê derî sekinîne ayetel kursîya û qulhuwellahû eheda dixwînin, hundirê danişînê jî bersûc lixwe mikur hatiye, çi dizane dibêje îtirafan dirêse, hema bê berdan û hew.
rojina jî hin kes tên, bi tona eroînê ve hatine girtin, dema tê danişînê pêşber dadger, serê wî berjor, jixwebawer, tu dibêjî qey lehengek e.
rojina jî hinek tên dîsa jixwebawer, ji kiryarên xwe bawer, lê bawerîyek xurt parastina xwe bi kurdî dikin. dadger bi tirkî dibêje ez dizanim tu tirkî dizanî niha wergêr ne hazir e  bersiva min tirkî bide ji bo em karibin karê xwe bikin, lê ew dîsa bersivê bi kurdî dide. dadger jî li ser zeptê dide nivîsandin: "bersûc bi zimanekê em texmîn dikin ku kurdî ye, tiştin gotin.!"

diçim komîsyonê ewraqên xwe didimê, dibêje keremke hinekî rûne heta min hazir kirî, dirûnim; staja dawî ya li dadgehê li îcrayê ye, 30 roj e; amade dike û ewraqên nû dide min, dibêje tu yê vegerî an na, ez dibêjim na, dibêje nexwe nivîsa destpêkê bi whatsappê ji min re bişîne, ez dibêjim sûper û distînim û berê xwe didim rawestgehê.


li korîdorên dadgeha îcrayê
dikevim hundir, bînayeke teng e, mirov dizane ne ji bo dadgehê hatiye lêkirin. dibim şahidê axaftina du mêrikan, yek jê dibêje: ev bîna ya fetocîya bû, dersxaneya femê, dewletê dest danî ser û em anîn vir. fêm dikim ku mêrik karmendê dadgeha îcrayê ye. mêrikê din kurdî diştexilê lê karmend tirkî bersivê dide. ez ji xwe re dibêjim qey memûrtî zehmet e.
diçim dadgeha hiqûqê ya îcrayê ya yekem, li wir dest bi staja 30 rojî dikim. îmzeya roja ewil diavêjim. dipirsim ji serkar (midûr) kengî werim çi bikim, usûl çawa ye, dibêje jixwe danişîn nîn in niha, hema hefteyê carekî were îmze biavêje bes e, dîsa dibêjim sûper û derdikevim. û rêve tême malê. 15:26

dibêjim xwe xwezî min çend wêne bikşanda. lê paşî tê bîra min, ew mêrikê karkerê şaredarîyê ku li ber dadxaneya amedê selfie kişandî, çi bobelatek hatibû sera. dibêjim xwe baş e min nekişandiye. 17:37
şûna wê wêneyê rîhana malê ji we re dikişînim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN