21.04.2018

nivîskar û medya civakî

ew çend roj bû ji komên whatsappê ji rûpelên facebookê xeber dihat digo: selîm temo tê amedê, hem roja şemîyê hem yekşemê li pirtukakurdî pirtûka xwe îmze dike seet 2yê piştî nîvro heta 6ê êvarî.

ji rojan yekşem û êvar bû, seet dihat 5ê. mabû seetek. yekcarî gurrê dilê min xwe veweşand û go rabe here nivîskarekî me hatiye hem bibîne û bipirse hem binêre rewşa bazarê.


ez derketim, daketim hewşa sîteya mala me. du keçik li wir bi tala desta dilîzin, ya sêyem dike nake keçikên din jê re navêjin, mehdê xwe tirş dike lê ma çi!

kitika zer a çavek lê kor xwe xistiye bin dargulê, heçku ji herkesî 'enirî, te'nên xwe dide rûyê min; silavê didimê, bi dilekî qurmiçî berê xwe diqulibîne alîyê din.

tîvilka êksalî li rexa paceya apardûmana kolana me, hêlîna xwe xweş ava kiriye; çend qirşik di deva de ne, xwe'w xwe mala xwe ava dike. çend xortikên lîseyê behsa instagrama qîzekê dikin. tivîlk bi derdê xwe, xortik jî bi kula ava devê xwe ketine.

heta giham kolanê otobûsa kesk hat, ji hatboyûyê çûm ofîsê; ecele bû, hindik mabû.

piştî ez û çend heval me hev dît, em ketin pirtûkakurdî, derbasî cihê xwe yê nû bûye; dikan firehtir bûye, hol hola bawer e, xwedê geştir bike :)

hema bêje 45 deqe mabû, qewlê ku wa eşkere kirî. lê li eywana pirtûkfiroşî hê jî 10-15 kes hebûn. selîm temo pirtûkek radikir yeka din datanî, çend gotin û îmzeyek li rûpela duyem dixist; xwînerek radibû yek dirûnişt li kêleka nivîskarî.

wêne: bilal guldem 

pora temo gij, hinekirî; awirên wî sitemkar, dilê wî bi dilê xwînerê wî re lê dida, keyfa wî xweş bû. nivîskar bi pêşxaneya xwe ya tirkî-kurdî hem xwînerên tirkî hem yên kurdî li xwe civandîye. yên tên hinek pirtûkên tirkî jî yên kurdî jî didin îmzekirin, hinek jê tenê yên kurdî, çend qîzik jî yeka tirkî didin ber îmzeyê.

wêne: bilal guldem

nivîskar ji xwîneran razî ye, ev du roj e dibêje du deqa nesekinîye; ew hola pirtûkakurdî vala nemaye. ya ecêb dibêje, yên tên 'emrê wan hema bêje giş bin 25ê re ye. nivîskar dibêje ciwanan berê xwe daye edebîyata xwe û di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa mezopotamyayê re dibêje: "wêje serkeftina herî mezin a li hemberî dagirkerîyê ye." û dibêje hêvîyên me xurt dibin.

xwînerek dipirse ji nivîskarî, te di helbesteka xwe ya tirkî ya berî çend û çend salan de li cihekî gotîye ".... sömürge ..." (mêtingeh) te li wir behsa kurdistanê kiriye? selîm serê xwe dihejîne, dibelêne. dibêje wan sala nîqaşek berfireh û dorfireh hebû di navbeyna çepgir û şoreşgeran de, ka kurdistan mêtingeh e an na, ev helbest li dijî wê nîqaşê bersivek bû, dibêje nivîskarê li ser medya civakî jî aktîv. lê çawa?

wêne: bilal guldem

yûsiv hemed yanî pishokaserducherxe.blogspot.com, rojekê nîyeta xwe xira dike û li ser medya civakî rexneyekê ji bo pirtûka nû ya nivîskarî digre û dibêje te mem û zîn'a kurdî wergerand ser zimanê dagirkerê kurdistanê, çima? paşî jî pishokê reben tê astengkirin û bêbersiv dimîne. em rabûn me rasterast rû bi rû ji nivîskarî pirsî ev çi edet e babam hûn xwînerên xwe çima asteng dikin? go: ev çend sal e ez medya civakî bikar naynim. hat bîra min jî carekî min ji hesabê wî yê twitterê re nivîsîbû, ji hesêb bersiv hatibû gotibû em xwendekarên mamoste selîm vî hesabê wî bikar tînin hûn dikarin ji bo peywendîyê peyamê bişînin emaîla wî. li ser rexneyê jî nivîskarî got ku ez rexneyê qebûl dikim, lê divê mirov vekirîbe ji tiştên baş re; heta niha 12 ez baş nizanim 13 wergerên mem û zînê bo tirkî çêbûne, ji van yeka tu bêjî ber dikeve nîn e, ji helbestê ji ruhê metna resen dûr û kelê ye, wergerên baş rê li ber geşbûn û belavbûna metna resen jî vedike û filan.

wêne: bilal guldem

li eywanê rastî jî tenê ciwan hebûn; yê navsere tenê selîm temo û hevalek wî, yên din hemû ciwan û terr.

piştî hinek galegal û îmzekirina pirtûkê; çendik wêne me xatir jê xwest û me ew jî hêla pişt xwe em derketin.

medya civakî li gel feydeyên xwe ewqa jî xirabîyên wê hene. jê dûr jî nabe, zêde nêzîk jî nebaş e. ne tê xwarin ne tê sotin.

tişteka girîng heye: divê ew kesên ku li ser navê nivîskaran hesabên wan rêve dibin hay ji kirinên xwe hebin, divê bizanin ku gava tiştekî dikin li ser navê wî-wê dikin.

û yeka din a girîng: divê mirov tiştên ku rû bi rû nikaribe bêje li ser medya civakî jî nebêje.

axir hay jixwe hebin.

21.04.2018, amed

7 yorum:

  1. Ji Selim Temo bêhenek siyasetmedarekî baş derdikeve lê siyasetmedarekî Tirk ha. Yan bila bibêje ew hesabên li facebook û înstagramê ne aîdî min in yan jî ger ji bo birêvebirina wan hesaban ji xwe re sekreter girtibin, berpirsiyar ew bi xwe ye. Bi kinayî mesele ev bû; wek her car birêz li instagramê pesnê wergera xwe ya Mem û Zînê a bi Tirkî dikir, min jî ev tişt jê re gotin; "Bir insan da kalkip demiyor ki Birêz, Mem û Zîn gibi bir kitabi Turkler in size tecavuz ederekten ogrettikleri dillerine cevirmek bir Kürt'un işi degil!(cunku tersi durumda Turklerin 90 yildir suren bu tecavuzunu mesru ve normal kilarsiniz.) Birakin bir Turk sizin dilinizi ogrensin ve kwndi diline cevirsin. Fakat ne yazik ki Turklerin kutuphanesini zenginlestirip onlarin edebiyatini gelistirmeyi de bir Kurt kendisine vazife biliyor, sonra kimi makalelerinde 'xîret'ten bahsediyor ve herkes de bunu alkisliyor.' Piştî vê gotina min ez di cî de asteng kirim û helbet rexne-şîroveya min jî jê bir. Selim Temo û yên wek wî du rû ne. Ji ber ku hem wê li gelek cihan qala zexta îktîdarê ya li set medyaya civakî bikin lê li ser qada îktîdarî ya ku wan li medyaya civakî ji xwe re ava kirine, dema ku em li ser vê qada wan rexnekî dikin, em dibînin ku di cî de me asteng dikin. Xebatên wî yên li ser Kurdî hene û loma destê wî sax be. Li jor, maqaleya ku min qal dikir, ya wî ya li ser kitêba Seherê ye. Di wê gotara xwe de ez tev lî gotinên wî dibim lê Selîm ne ew kes e ku van rexneyan bike. Loma dibêjim ew yekî du rû ye. Master û doktoraya xwe li ser wêjeya Tirkan kiriye. Di beşa Turk dili ve Edebiyati de çend salan mamostetî kir. Yanî hocam were bi salan bo xurtkirina ziman û wêjeya Tirkan xizmetê bike, hêjayî xelatên Kemalîstan be(binerin, Gazeteduvar, Selim Temo kimdir?), li ortaman bibêje baştirîn wergera Tirkî Mem û Zîn min kiriye û bi vê şanaz be, bêje Tirkîya min ji ya Zulfu Livaneli baştir e lê pişt re were ji me re qala dagirkerî û mêtingerîyê bike. Loma Selin Temo yekî du rû ye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Yanî belkî ewî xizmeta bo ziman û wêjeya Tirkan ji xwe re kiribe armanc, ev ne karê min e û jê re serkeftinê dixwazim lê bes bila ji me re qala dagirkerî û mêtîngerîyê neke. Kengî dev ji xizmetê berda, em ê jê re bibêjin Şabaş Kak Selîm, şabaş..

      Sil
    2. Bu yorum yazar tarafından silindi.

      Sil
    3. Hîç wateya wê nîn e ku gelo hesaw aîdî Selîm Temoyê an na. Jixwe heke hesaw aîdî Selîm Temo xwe nîn be jî xuya ye ku haya wî ji rexeneyên Yusif heye. Xwezila Selim Temo hîç nebe bi rêya nivîskarê vê blogê bersîva xwe bida lê bi rastî hîç tenezulî vê jî nake. Nexwe cimeata Kurdan ne yeke wisa ye ku pirsên wiha cidî bi awayekî berfirehî bifikire, bipirse û ji bersîvan bigere :( Pirsa Yusif Hemed hêsa ye; gelo ji we ma ye ku hûn berhemên ji zimanê Kurdan bona pirtûkxaneya dagirker û mêtinkarên Kurdan werdigerînin, pêşkeşî wan dikin? Dawiya dawiyê de mafê Selîm Temo heye ku bibêje mabi we çi? Ez dixwazim bona zimanê Tirkan bixebitim. Bi rastî xwezila Selîm Temo bi awayekî wiha rast û durîst kirinên xwe biparêz e, em jî bibêjin ku belê mafê te heye ku tu tevkariya dagirker û mêtinkarên welatê me jî bikî lê ji kerema xwe di heman demê de gazinên xwe bi rewşa welêt neke ku bila kenê hestîyên mirîyan ji te neyê...

      Sil
    4. spas bo tevlîbûna we 🖐️

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN