24.12.2017

xewşeriqî ji ku derket?

li gor wîkîferhengê şeriqîn: lêker e, negerguhêz e, navdêr û mê ye. wateya wê: herrimîn, qewirîn, verevînpûç bûn, xirab bûn. bi alfebeya kurdî-erebî: شه‌رقین. wek lêker: -şeriq- têkildarî şeriqandin'ê ye. û di nivîseke evdile koçer bîsîkleta evdile demîrbaş û mercedesên kurdan,
diyarname.com, 6/2007 wiha derbas dibe: "Li rexekî kumsorên ku bi banga melayî ve kurdî ji bo cineta xwe dixin “proje”; li rexa din jî Demîrbaşên ku di şeva cinetê de jî xewa wan dişeriqe û dixwazin ku mela jî bi kurdî bang bide û li her derî bazara kurdî vebe."

li gor tirsik.net'ê: ji kesê gelek xewa wî bê lê ji ber qîrevîjê şiyar bibe û ji xewa xwe bibe û nikaribe êdî tam xewve biçe. (bnr: xewşeriqîn) û (bnr: xewşeriqandin)

li gor min: em zarokên vê axê hemû xewşeriqî ne, me sibehekê têra dilê xwe pix nekiriye xeweka xweş, sivik û aram. kengî me xwe nav pêlên xewê de berda hinekan destê xwe li deriyê me da, hinekan serbanê me hilweşand, hinekan axa me ji me stand. bav û dêyên me xewşeriqî bûn, em xewşeriqî ne, piştî me... zimanê me welatê me ye! heke em wê jî berdin tu carî ew xewna em li hêviyê wê nebe xewa me.

ji roja ketim nav qada blogê û vir ve min gelek navên cuda bikar anîn. vê pêvajoyê ji renasxendeki.wordpress.com'ê destpê kir; demeka dirêj weke kanîya sitîyê ma, paşî çend navên cuda, min herro diguhert, tiştek nedikete serê min. rojekê berî bar bikim bloggerê, ez li cizîrê me û dîsa ciya min xwe gihand hawara min û peyva xewşeriqî xiste guhê min. piştî çend erê na, erê na, erê na'yan min got ev e tişta ez lê digerim. û ev nav li vê blogê fesilî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN