7.07.2020

Helbest Di Çaxê Koronayê De

KORONA-HELBEST

Em katet baş xwînerên vê bloga li quncikan mayî. Ev demek e em hemû ketine nav tor û tevna vê koronayê. Peyvên wek nexweşî, tirs, maske, dezenfektan, serma, pandemî, covid, korona, bazarên ajalfiroşiyê yên Çînê ketin nav zimanê me yê rojane. 



Te dît dinya ye, sibî wê çi bibe ne diyar e. Min jî go di van koronayê de tiştekî bikin. Min zend û benda xwe ba da û min bernameya Korona-Helbest da destpêkirin. 

19.04.2020

Mîrê Gustîlkan - Rêhevaltîya Gustîlkê

Ev dem û çaxên we xweş dost û hevalên xweşdivî. Ev demek dirêj e bloga min bêdeng e mixabin, ji kar û barên jîyanê derfet çênabe mirov rûnê û ji xwe re bifikire. Lê bi vê karesata Koronayê îro em hemû li mala xwe mane asê, ne kar maye ne bar.

Ez bêm ser mijara xwe. Belkî hûn pê hesane ev demek e di hîn banê malpera tirsik.netKoma Wergera Fîlman a Tirşikê ava bûye. Koma me du hefteyê carekî jêrenivîsa fîlmekî bo kurmancî werdigerîne û li ser malpera xwe belav dike.

Ez jî yek ji endamê vê komê me. Min cara ewil fîlma bi navê Qraltîya Bihuştê (Kingdom of Heaven) wergerand û me belav kir. Fîlm li ser jîyana Selahedîn Eyûbî yê Kurdî ye, fîlmek baş bû me gihande bînerên kurdî, ez bim wergera wê jî têra xwe baş bû (piçekî pesnê xwe bidim, rastî jî min sê caran kontrol kiribû.)

Axir min vê carê jî xwe ber fîlmekî din ê klasîk re kir. Fîlma nû ji 3 beşan pêk tê. Beşa ewil 3 seet û 28 deqe, beşa duyem 3 seet 43 deqe û beşa sêyem jî 4 seet 11 deqe ye. Heke we berî darî kiribe (seyrê kiribe) hûn ê zanibin kîjan e. Belê The Lord of the Rings, min navê wê wek Mîrê Gustîlkan danî. Lewma dastaneka gelêrî li welatê me alîyê Serhedê heye, çîroka wê dişibe vê çîrokê û navê wê dastana gelêrî Mîrê Gustîlkan e.


Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN