25.03.2018

Hiqûq - 1 "Destgîrkirin yanî Binçavkirin"

Piştî demeka dirêj dîsa merheba gelî xwînerên ezîz û xoşewîst û serdil û berdil. Vê carê bi mijareka cuda, li qadeka ku kêm kes lê hespê xwe dibezîne ez ê bibim mêhvanê we. Hêvî dikim çavên we belesebeb neêşe û ber bikeve.

Her kurd bivê nevê rojekî rastî zilma hiqûqa dewletên raserî xwe tê. Me digrin, êşkence dikin, dadileqênin, dikujin. Û te dî li cem me edet e, em jî her carê ji nû ve zêde dibin Yek diçe sed şûnê radibe.
mêzîna xwehr :/

Ez ê li dijî van binpêkirinên mafên mirovî, girtin, heps û cezakirina dewletê hewl bidim tiştên hîn bûme bi we re jî parve bikim, wek parêzerekî zanîn û pratîka xwe bi we re parve bikim. Piştî min biryar da ez vî karî bikim, min got gelo mijara ewil bila çi be, niha ecela çi heye; û dûmahîkê min fêm kir mijara ewil û lezgîn mesela destgîrkirinê ye. Roja berî Newrozê û roja Newrozê bi hezaran kurd ji ber Newrozê hatin destgîrkirin. Ji ber wê ez dibêjim ev mijarek muhîm û hewce ye. Mirov nizane wê sibî çi bibe, te hew dît tu li qereqolê yî.



Ez ji peyva binçavkirinê hez nakim, rastûrast ji tirkî hatiye girtin; lê destgîrkirin peyveka kurdî ye û tam mehneya wê dide. Ji ber wê ez ê bêjim destgîrkirin. Destgîrkirin çi ye, piştî destgîrkirinê divê mirov çi bike, gava jêpirsînê divê mirov bersivên çawa bide, kîjan mafên mirovî hene, hemû li vir in. De kerem bikin.


Destgîrkirin Çi Ye?
Qanûn li ser sûc an jî li ser gilîyê an jî bi rêyeka din bi te bihese dikeve pey te. Lê tu kurd bî ihtîmal e tu bêsûc bî jî bikevin pey te. Gava xwe bigihînin te û destê te kelemçe bikin êdî tu destgîrkirî yî. Yanî ji pêvajoya ku cara ewil tu dikevî bin destê polîs û heta biryara girtinê tê dayîn re destgîrkirin tê gotin. Heke sûc wê gavê bibe, herkes dikare bigire; carinan dozger li ser gilîyê an jî piştî ku bi rêyekê pê hesîya dikare te bide girtin an jî carinan polîs jî girêdayî hin şert û mercan dikare jixweber te bigire. (Ez ê bi xêra "te" mijarê vebêjim, bibore :)) Piştî vê girtinê bi lezûbez divê te derxin pêşîya dozger û dozger an divê biryara destgîrkirinê bide an jî divê te berde.

Çend Roj e Destgîrî?
A asayî 24 seet e, heke we ji bajarekî bibin bajarekê din 12 seet ji bo rê jî. Qanûna tirkî dibêje heke sûcê we sûcekê komî be ji bilî vê 24 seetê 3 rojê din jî dikare zêde bikin. (Ji bo sûc bibe sûcekê komî herî kêm divê 3 kes hebin.) Ji bilî vê heke li bajarekî bûyereka giştî çêbû bûyer mezin bû, dîsa dikare ji bo 48 seeta we destgîr bikin. Bi kurtî ji bilî rewşa bûyerên berbelav ên mezin heta 4 roja dikarin we destgîr bikin. Hop! Ecele nekin, heta ku rewşa awarte (OHAL) dewam bike ev rewşa asayî derbas nabe, şûna wê 7 rojan dikare we destgîr bikin û heta 5 rojan jî dikarin nehêlin parêzerên we bên cem we. Netirsin, cangiran bin, divê hûn çi bikin çi nekin ez ê yeko yeko bêjim. Em destpê bikin :)

Şerh Bike!
Tu hatî girtin, biryara destgîrtkirinê derket. Dûvre wê biryara destgîrkirinê bînin û bêjin te îmza bike an jî asayîş wê zabitnameya xwe bîne û wê bêjin te îmza bike. Ti carî van belgeyên ewil îmza nekin. Ez jî hatim girtin û min jî îmza nekir. Wê bêjin te bixwîne û îmza bike, erê hûn bixwînin tiştên gotîn rast bin jî îmza nekin, tenê şerh bikin: "imzadan imtina" an jî "bu belgenin hukuka uygun olmadığını düşündüğümden imza atmaya imtina ediyorum" vê hevokê binivîsin û îmza xwe biavêjin binê vê hevokê. Ez bim kurtebirî bêjin "imzadan imtina" û bes e. Li ser biryara destgîrkirinê jî hûn dikarin bi daxwaznameyekê îtiraz bikin, ne tenê hûn bira, xwuh û dê-bavên we jî dikarin îtiraz bikin. Ûû miayene:

Gava Ewil - Miayene û Doktor
Piştî we bigirin wê we li gorî sûcê we bibin beşa têkildar: sûcekê rêxistinî be cihê wê cuda ye, tu zarok bî cihê wê cuda ye, tu diz bî cihê te cuda ye. Piştî biryara destgîrkirinê wê te bibin nexweşxanê. Ev der muhîm e, heke tiştek hatibe serê te, êşkence li te kiribin, li te xistibin, çi hatibe serê te divê tu ji doktorî re bêjî. Ya ewil heke polîs ji odê derneket an jî li pey we hat heta cem doktor, ji doktorî re bêje bila polîs derkeve. Heke derket tu yê bi rihetî karibî her tiştê hatî serê te ji doktor re bêjî. Li gor qanûnê jî divê polîs li wir nesekine, tenê heke doktor ji te bitirse û bêje ez ji silametîya xwe ditirsim. Carina jî doktor bi te re wê bê pişt perdê, hingî tu û doktor hûn ê tenê bimînin. Doktor wê ji te bipirse tiştek bi te hatiye an na, nepirse jî tu bêje, ji doktor re çîroka xwe bêje! Çavê te sor bûbe, tilîka we xwînî bûbe jê re bêjin. Ew naçar e tiştên ku dîtiye di rapora xwe de binivîse. Heke polîs derneket û got divê polîs jî li vir be tu dikarî parêzerê/a xwe bixwazî, heke te bi xwe re nedît û te nekarî ji doktor bixwazî vê rewşa ku di bin çavdêrîya polîsan de miayenebûnê bila di rapora xwe de binivîse. Piştî wê we dîsa bibin qereqolê an jî navenda ewlehîyê.

Îfade-Derbirîn
Belkî wê rojê belkî roja dîtir wê we bînin îfadeyê. Carinan polîs îfadeya we digire carinan dozger. Ew li gor rewşê diguhere. Divê hûn çi bikin, divê hûn çavên  xwe zîq bikin û cangiran bin. Berîya îfadeyê gelek caran tên qene tiştnan ji bin mirov derxin, tên bi te re diaxivin, pirsa ji te dikin; guhê xwe nede wan, tu ne mecbûrî bersiv bidî, tu dikarî ji her pirsê birevî, çi tişta te fêm nekir an te dît tiştek bin de heye bêje "ez nizanim." Ji bilî agahîyên nasnameya xwe tu dikarî ji bo her tiştî vir û derewa bikî, jê netirse! Yek ji mafên sereke mafê bersivnedanê ye. Tu dikarî heta dumahîka lêpirsînê jê wê de jî heta dawîya darizandinê jî bersivê nedî ti pirsê, ev mafê te yê qanûnî ye. (CMK 147)

Parêzer Bixwaze
Heke parêzerê te hebe, jixwe berî îfadeyê nav û paşnavê wî bide, ew naçar in gazî parêzerê/a te bikin û heta ew neyê nikarin te bikin îfadeyê. Heke parêzerê/a te nebe teqez bêje "ez parêzerekî/ê dixwazim", ew ê ji baroyê ji bo te parêzerekê bixwazin. Berî tu bikevî îfadeyê divê parêzerê/a te bi te re biaxive, ne li pêş polîsan, li odeyeke taybet. Heke te dît parêzer vê yekê nake tu jê bixwaze. Piştî tu tenê mayî çi hatibe serê te jê re bêje; li te xistibin, êşkence li te kiribin, hemûyan bêje û bila ew hem binivîse hem jî heke birînek li laşê te hebe bila bikişîne. Paşî wê te bibin odeya îfadeyê, carinan li cihên normal îfadeya te distînin carinan jî dibin odeyên taybet ên bandoreke neyînî li ser te bike. Li cihên wilê divê parêzerê/a te çalak be, te tenê nehêle, li nava çavên te binêre û bawerîyê bide te. Carinan bi zanebûn kursîyê parêzer datînin pişt girtî, da ku tu parêzerê/a xwe nebînî û li wir xwe tenê hîs bikî. Ev xalên piçûk in, lê heke xwedê neke tişteka xirab hatibe serê we ev xalên piçûk zehf mezin bibin.

Parêzerê Malê: Xewşeriqî

Dikarin Çi Bipirsin, Tu Mecbûrî Bersiva Çi Bidî?
Ya ewil tu tenê mecbûrî agahîyên nasnameyê rast bibersivênî. Wekî din tu ne mecbûrî bersiva ti pirsê bidî. Wek me li jor jî gorî; mafê bersivnedanê heta hetayê heye. Lê ew nikarin pirsên di derbarê malbata te de ji te bipirsin, tu ne mecbûrî bersiva pirsên ji bo malbata te nebaş be bidî. Heke pirseka wilê pirsîn bersivê nede. Dîsa ew nikarin fikra te bipirsin, nikarin bipirsin ka tu di derbarê vê rêxistinê de an filan partîyê de çi difikirî! Heke dîsa jî pirsîn bersivê nede. Helbet parêzerê/a te jî dikare vê yekê bêje û bikeve navberê. Ser meselê nikare pirseka bi vî şiklî ji te bike: "Tu çûyî vê çalakîya li filan deverê" gava tişteka wilê pirsî divê parêzerê te bêje "Objection! Pirsa xwe serast bike, encax tu dikarî bêjî: -tê îddiakirin ku tu çûyî vê çalakîya li filan deverê!"


Dawîya Îfadeyê
Em bêjin pirs qedîyan, îfade qedîya. Parêzerê/a te jî wê parastinekê ji bo te bike, piştî wê ew ê îfadeyê derxe û wê bibêje we îmze bikin. Îfadeyê carekî bixwîne, heke xalek tenê jî ne bi dilê te be an jê re bêje vê serast bike an jî dîsa wek me li jor jî gotî tu dikarî binê vê jî îmza nekî an jî li binî wek me li jor jî nivîsî qeydekî danî û bêjî erê min îfade da lê ev ne qanûnî ye, ji ber wê ez xwe ji îmzayê dûr dikim. Şerhkirina van belgeyên li qereqolê wê her demî kêrî we bê. Ji ber ku em bêjin we carekî belgeyek îmza kir, êdî ew belge bela xwe ji te venake, lê tu şerh bikî tu heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bêqezaûbela herî.

DMME

Heke Te Bibin Cihê Bûyerê
Ji bilî îfadeyê heke bixwazin wê te bibin cihê bûyerê û wê bêjin bûyer çawa çêbû ji serî de bêje, we çawa çêkir, te û kê kir û filan û bêvan. Tijî pirs. Tu bersiva yekî bidî wê deh libê din bipirsin! A baş bersivê nede, bêje ez dixwazim mafê xwe yê bersivnedanê bikar bînim. Di pêvajoya nav lepê polîsan de a herî baş kerrbûn û bêdengbûn e, tu yê ti carî jê ziyanê nebînî. Belkî bi sedan wêne, delîl û tiştên din deynin ber te, bêjin ev tu yî; tu ne mecbûrî qebûl bikî, tu ne mecbûrî bersivê bidî, huş be! Rêgez ev e: Ew naçar in ku biselimînin te ew sûc pêk anîye, tu ne naçarî ku biselimînî te ti sûc nekirîye.

Gilî Bike
Heke tiştek hatibe serê te, piştî parêzerê/a te hat cem te û rewşa te dît û qeyd kir bila li ser navê te gilîyê berpirsiyaran bike. Belkî gilîkirina te ti encam jê dernekeve, lê ev belge wê ji bo te bibe delîlek, wê bibe delîla êşkencê û kotek û zorê. Belkî ji bo dadgehên ewil tiştekî îfade neke lê dadgehên din û herî dawî di DMME'yê de wê kêrî te bê. Heke ev jî çênebûn piştî te bibin pêşîya dozger an dadger berî ew pirsa ji te bike tu rewşa xwe jê re bêje û jê bixwaze ku bila te sewqî nexweşxanê bike.

Gelî civata ezîz û xoşewîst, hêvî dikim tiştên bi vî rengî neyên serê kesî. Lê mixabin hema em li dora xwe bizivirin yek tê girtin. Ji ber wê min hewce dît ez vê nivîsê ji nû ve binivîsim û serast bikim. Xwedê bikim kêrî we bê. Kêlîyên destgîrkirinê wiha bûn. Ez ê pêşdetir li ser gelek mijarên hiqûqî binivîsim: wek lêgerîn, destdanîna telefonê û hwd. Mijarên hûn meraq dikin an jî kêşeyên we yên hiqûqî hebin an jî pirseka we ya dîtir hebe li jêr binivîsin. Ez ê hewl bidim bersivekê bidim we, hewl bidim wê mijarê di nivîseke din veçirçirênim.

Çavkanî:
1) CMK, Centel/Zafer, 2016
2) Destûra Bingehîn a Tirkî

*Imzadan imtina: Ez xwe ji îmzaavêtinê dûr dikim
**Bu belgenin hukuka uygun olmadığını düşündüğümden imza atmaya imtina ediyorum: Ez difikirim ku ev belge timamî ne li gorî qanûnê ye, ji ber wê ez xwe ji îmzaavêtinê dûr dikim.

4 yorum:

  1. Seheta te xweş.
    Te karekî hêja daye ber xwe.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. malî ava. xwedê hez'ke ez ê binivîsim. heta ji min bê.

      Sil
  2. Spas ji bo parêzerê malê xewşeriqî. Welle nivîseke gelekî kërhayî ye. Drstxweş û berdewam

    YanıtlaSil
  3. spas kak, rojekê înanolo bikeve pişt dergehên girtîxaneyê divê tu min bînî bîra xwe

    YanıtlaSil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN