31.03.2018

wêneyek ji bihara Cizîra Botan

*26ê Adara 2018'ê gava erebe berê xwe da nava bajêr kolon, hesin û karker ketin pêşîya me, li alîyê çepê jî li alîyê rastê jî. zêde hard înşaat.

*wek her carê dîsa zarok li kolanan e. her ku kêm dibin zarokên nû dibişkivin, ji vê axê ji vî şetê şerbetî.

Cizîra Botan, 2018

*çîwçîwa beytikan, şeqşeqa tizbîyan, pifkirina çixarê, hîkehîka hemoyê netimam, çikçika tovkê şebeşan, xuşîna bayê kur, xumxuma ava mezin...

*goristana bajêr weke hêwing-daristanekê xuya dike, gelek kulîlk şîn bûne rengorengo, dar bişkivîne, gîyê xwe li kabokê dide. keskahîyek hebe li vî bajarî ew jî ev goristan e û piçkokek baxçeyên malan û cotikê tûya.

*restorasyona birca belek kêm-zêde dewam dike, ew surh û bedenên girz ji bin axê derdikevin ser rûyê erdê.

*îro pêncşem e, herkes li hêvîya baraneka boş e. ji ber ku bajar di nava toz û gemarê de maye, hêvî dikin baranek boş bê hinekî ev toza li hewa wê kêm bibe.

*zêde bûne, zehf zêde bûne. di nava goristana Cizîrê de kevirê ber serîya yên tarîxa mirinê "2015" zêde bûne, tu berê xwe bidî kîjan quncikê yek heye....

şetê şerbetî, 2018
*şevên vî bajarî nadim hezar şevên demûşî yên metrepolan. asîmanê dilê vî bajarî têr-stêrk e, yên bixwazin bibînin bi çavên serê xwe kerem kin û werin bibînin ka ew stêrkên li asîmanên vî bajarî çawa li dîjleyê diîsin.


2 yorum:

  1. gava min xwend û ev nivîs xelas bû min go xwezî 'like butonu' hebûya û min biecibanda :) destên te sax..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. spas, xanima nanoziko :) ez jî her cara nivîseka te dixwînim devê min şil dibe, zikê min têr jî be dike xurexur :)

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN