21.04.2018
nivîskar û medya civakî
ji rojan yekşem û êvar bû, seet dihat 5ê. mabû seetek. yekcarî gurrê dilê min xwe veweşand û go rabe here nivîskarekî me hatiye hem bibîne û bipirse hem binêre rewşa bazarê.
31.03.2018
wêneyek ji bihara Cizîra Botan
18.02.2018
damê: lîstika bav û kalan, ne ya ciwan û xortan
![]() |
| 16 kevirên spî 16 yên spî, wêne: economist |
ji kişikê bêhtir damê hakim bû, li welatê me. xelk, gundî, cotkar, pale û ticar damê dilîstin; axa û mîr jî kişikê.
19.01.2018
rêya şirnexê
niha hatim rawestgeha dolmîşên şirnexê, ji bo karekî ez ê herim şirnexê, wek şirnexîya gotî şirnexa rengîn.
dolmîş piştî tijî bû, derket ser rê û berê xwe da pira cizîrê, piştî ser pirê derbas bû giha noqtê. ecêb e êdî wek berê li kimliga nameyzênin, ez nizanim ji ber baranê ye an êdî westane. piştî ji wir derbas dibe dolmîş destê çepê dizivire û dikeve ser rêya şirnexê. ji noqteya dî 200 metr wê de noqteyek dî jî, ew jî kimliga naxwaze û em derbas dibin.
ji gelîyê qesirkê re dibûrin û digîhin nava qesirkê, li wir jî noqteyek heye. ew jî dibêjin temam e û em ji wir jî derbas dibim.
![]() |
| dolmîş |
18.01.2018
kolanên cizîra botan - 2018
otobûsa me ket nava cizîrê, hat li ber sûrên cizîrê otogara bajêr sekinî, ez peya bûm. ez peya bûm min rahişt çenteyê xwe. û min berê xwe da nava bajêr, ketim ser rêya malê.
![]() |
| rêya hevrişmê, dimeşim, wêne: anonîm |
ser cehda nisêbînê an jî bi navê xwe yê meşûr rêya hevrişmê rêve diçim. li destê rastê goristana bajêr û piçek wê de gora memozîn heye, li destê çepê dikan hene. insan diçin û tên. bajar geş bûye, ji piştî şêr gelek baştir e.
14.01.2018
navenda mafên zarokan û doza mihemed û furqan
![]() |
| navenda mafên zarokan, baroya amedê |
4.01.2018
Serê Salê Bi Zikr û Erbanê [Berhevkarî - 1]
![]() |
| mistefa, ez, roberz û kela zembîlfiroş |
ji pêşîyê ve li qoltixê çarê kalekî extîyar û yekê navsere serê xwe nêzîkî hev kirine, bêsekn tiştina ji hev re dibêjin, kalo ji bo deng baş biçê yê din devê xwe dibe ber guhê wî, pê re dema diaxive bo her gotineka xwe bi destê xwe yê rastê jî axaftina xwe disêwirîne. pora kalo gewr e, nîvê porê bi herikîna salan weşaye. guhê kalo li gor emrê wî têra xwe mezin bûye, li ser destên wî nîşanên kalbûnê xuya dikin.
28.12.2017
li korîdorên dadgehê
li korîdorên dadxaneya îdarî
dadxaneya (edlîye) îdarî ya diyarbekirê niha ketiye bînaya dadxaneya herêmî ya edaletê ku proje betal bû û neket dewrê, şûna wê li eyntabê vebû.
27.12.2017
Zinarê Xamo û Bloggerîya Kurdî
gelek feydeyên blogan hene, erê malperên şexsî ne, lê ne wek facebookê twitterê an platformên din e; û ne wek malpereka normal e, ku tu domain bistînî, her sal ji bo neyê girtin divê pere razênî, lê dîsa
naqede em bêjin piştî te destê xwe ji her tiştî şûşt an jî tu bimirî kes xweyî li malperê dernekeve malper piştî demekê tê girtin û ewqa keda te/we winda dibe. lê blog ji ber ku bi malperên mezin ên navneteweyî ve girêdayî ne ihtîmala girtina wê an têkçûna wê hema bêje tune ye. û ji ber ku malperên meşhûr in, di lêgerîna motoran de zûtir derdikevin. berê mirov nedikarî zêde bi xuyanîya blogê bilîze, li gor xwe bixemilîne, lê îro roj blog dihêlin tu her tiştî qontrol bikî, her rengî li gora dilê xwe biguherî.
êdî gelek kurd bi tesîra gelek tiştên din jî berê xwe didin blogan. berê hejmara blogên kurdî hingî hindik bû ihtîmal nebû tu ji xwe re hilbijêrî, lê niha dem hatiye mirov tercîh dike, mirov yên jê hez dike dişopîne. an jî nivîsek baş hebe, sernivîs balkêş be mirov diçe dixwîne.
yek ji van blogan jî bloga apê zinarê xamo ye ku ev 10 sal e bênavber dinivîse. mijara vê nivîsê jî bi vê minasebetê bloga wî ye.
![]() |
| zinarê xamo |
ZINAREXAMO.BLOGSPOT.COM
zinarê xamo em dikarin bêjin (bi qasî em dizanin) yekem bloggerê kurd e û hê jî ji hemû bloggerên kurd aktîvtir û çalaktir e. xalê me zinar di 30ê îlona 2007'a de, erê erê 2007, nivîsa xwe ya ewil nivîsîye û mizgînî daye hemû kurdan ku vaye bloga xwe vekiriye: Mizgîn li we kurdan ez jî bûm xwedî BLOG!
24.12.2017
xewşeriqî ji ku derket?
19.12.2017
berpêz û bapêz & ber-nivîs û ba-nivîs
ji bîra kûr a bavê min, meselokek li ser kesên karê xwe baş dikin
go zilamekî got du kurê min he ne: "yek diçe bapêz yek diçe berpêz.
yê diçe ba-pêz:
-diçe pezê xwe dibê çolê û diberdê; diz bibê, gur bixwê, nexweş bikevê hajê nîn e.
yê diçê ber-pêz:
-pezê xwe dibê; yek nexweş bikevê şerenqê lê didê, neçêrê diçêrênê, yek bizê firşik dike.
mesela me û edebiyata me jî niha wilê ye, hinek diçin ba-nivîsê hinek diçin ber-nivîsê. hinek ji bo romanekê binivîsin bi salan dixwînin, dişopînin û lêdikolin, dikevine dû şopa tama nivîsê; hinek jî rojek piştî bûyer qewimîyî ji bo roboskîyê pirtûkan derdixin. hinek jî piştî asta mamostetiyê diqedînin pirtûkên helbestan, ne yek ne dido, diweşînin; ji bo xwedê ka bisekine hinekî sebir bike, erê te got ez ê binivîsim li ka hinekî li dû helbestê bigere, çend pirtûkan bixwîne bi wî zimanî. lê ya nexweş û di dil de bûyî kul ew kes radibe çîrokek tijî ajîtasyon dinivîse, di çîrokê de ne zimanek xweş heye, ne herikbarî, cihina miro fêm nake ka dibêje çi, lê erê lê belê paşî diçin xelata didin wê û çîroka wê ya kêrî serê derzîyê nayê. yaaaasssstar
divê em li ber destê edebiyata xwe tobe bikin, xwe biavêjin ber daw û delingê mela, xanî û feqe û giregirên xwe yên nû. divê em pêşiyê bixwînin paşî binivîsin. divê em dara xwe mezin bikin, av bidin û bihêlin ew dar şax vede, gulîyên wê çend bostan ji erdê bilind bibe. divê em dara xwe av bidin.
15.12.2017
ji WordPressê bo Bloggerê
ji WordPressê hatim, piştî çend salên yeman ên min û WordPressê me rêya xwe jihev qut kir. êdî li vir im, li vir im deqene bêjim, bêjim û bipîvim, bipîvim û hewl bidim çêkim, çêkim û bireşînim, bireşînim û kevokê bifirînim, bifirînim û avê bighînim axê'w agir.
car cara ez ê tûrikê xwe li vir daweşênim, ka wê çi birije em ê pevre bibînin.
nivîsa xatirxwestinê ya ji WordPressê dixwazim hûn jî bixwînin*, dilê min dixwaze êdî ji bîr bike, destê xwe jê bişû, berê xwe bide çîrokeka nû, bêhna hibreka taze, xameyeka xemrî, kaxez û lênûskeka ji pelên payîzê.
* bar dikim; WordPress out Blogger in
NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN
Tûra Xendekê Tebax-2019
31ê Tebaxê me bi duçerxeyê berê xwe da Xendekê. Em li nava gund nesekinî û rastûrast çûn ber şêt (Çemê Dîjleyê, Ava Mezin) De'hlokê. Li ...
ZEHF HATINE XWENDIN
-
tirsik.net ferhenga înteraktîv a kurdî, ya ku ji hemû malperên kurdî yên din cudatir, di rêya xwe de bê rawestan dimeşe; ji hemû kurdan r...
-
xewşeriqî hevpeyvîna duyem a tirş bi tirşikvanê jîr û rengîn û rûken û veşartî biruya hayao miyazaki* re kir ji bo we xwînerên ezîz û di...
-
ew çend roj bû ji komên whatsappê ji rûpelên facebookê xeber dihat digo: selîm temo tê amedê, hem roja şemîyê hem yekşemê li pirtukakurdî ...
-
bloggerîya kurdî her roja diçe geştir dibe, her roja diçe çend kes tevlî vê karwanê dibin. li ser gelek mijaran blog vedibin, hêdî hêdî di ...
-
tê bîra min, em li gund zilamên mezin hemû li binya darên mizgeftê li dora hev kom dibûn; li ser çîmentoyê an jî li ser qertonê bi tebeşîrê ...
-
piştî demek dirêj dîsa merheba, gelî xwînerên vê bloga xewşeriqî. rêzehevpeyvînên me dewam dikin, îcar li quncika hevpeyvînên tirş dora en...
-
Piştî demeka dirêj dîsa merheba gelî xwînerên ezîz û xoşewîst û serdil û berdil. Vê carê bi mijareka cuda, li qadeka ku kêm kes lê hespê xwe...
-
dolmîşa me ji amedê ber bi farqînê ve bi rê ket. dolmîş heta devê xwe tijî ye, du kes mane jipiya. yên jipiya yek jê paşîyê rûdinê erdê, yê...
-
ji amedê hatime cizîrê, kameraya min û dengira min li cem min, du qet cil û lênûskek û çend pênûs. piştî me atolya xwe ya folklorê ku di ...
-
*26ê Adara 2018'ê gava erebe berê xwe da nava bajêr kolon, hesin û karker ketin pêşîya me, li alîyê çepê jî li alîyê rastê jî. zêde hard...






