19.04.2020

Mîrê Gustîlkan - Rêhevaltîya Gustîlkê

Ev dem û çaxên we xweş dost û hevalên xweşdivî. Ev demek dirêj e bloga min bêdeng e mixabin, ji kar û barên jîyanê derfet çênabe mirov rûnê û ji xwe re bifikire. Lê bi vê karesata Koronayê îro em hemû li mala xwe mane asê, ne kar maye ne bar.

Ez bêm ser mijara xwe. Belkî hûn pê hesane ev demek e di hîn banê malpera tirsik.netKoma Wergera Fîlman a Tirşikê ava bûye. Koma me du hefteyê carekî jêrenivîsa fîlmekî bo kurmancî werdigerîne û li ser malpera xwe belav dike.

Ez jî yek ji endamê vê komê me. Min cara ewil fîlma bi navê Qraltîya Bihuştê (Kingdom of Heaven) wergerand û me belav kir. Fîlm li ser jîyana Selahedîn Eyûbî yê Kurdî ye, fîlmek baş bû me gihande bînerên kurdî, ez bim wergera wê jî têra xwe baş bû (piçekî pesnê xwe bidim, rastî jî min sê caran kontrol kiribû.)

Axir min vê carê jî xwe ber fîlmekî din ê klasîk re kir. Fîlma nû ji 3 beşan pêk tê. Beşa ewil 3 seet û 28 deqe, beşa duyem 3 seet 43 deqe û beşa sêyem jî 4 seet 11 deqe ye. Heke we berî darî kiribe (seyrê kiribe) hûn ê zanibin kîjan e. Belê The Lord of the Rings, min navê wê wek Mîrê Gustîlkan danî. Lewma dastaneka gelêrî li welatê me alîyê Serhedê heye, çîroka wê dişibe vê çîrokê û navê wê dastana gelêrî Mîrê Gustîlkan e.


Fîlm klasîkek e û wergerandina wê rastî jî zehmet e. Lewma di fîlmê de zimanekê Elfan heye jixwe nivîskarê Mîrê Gustîlkan ew ziman ji bo pirtûkê çêkiriye, wekî din navê gelek qewm, cihûwar û tiştan hene, ji bo fêmkirinê divê ew jî bêne wergerandin. Û fîlm bixwe ne wek fîlmên normal e, sê beş e û her beşek 3 an jî 4 seet e. Lê me xwe da ber û min dest pê kir. Niha min beşa ewil bi navê Mîrê Gustîlkan - Rêhevaltîya Gustîlkê wergerand. Niha min dest bi beşa duyem Mîrê Gustîlkan - Du Bircê kir. Me vê hefteyê jêrenivîsa beşa ewil weşand. Pê re jî min xwest ez vê nivîsê belav bikim û ferhengoka min ji bo fîlmê amade kirî bi we re jî parve bikim. Ji ber çi? Ji ber ku rastî jî ev fîlm bi serê xwe dinyayek e, jixwe mirov hinekî li ser hûr bibe wê xuya bike, di înternetê de wikipedia heye, 2 heb wikipedia taybet ji bo vê fîlmê hene, bo meraqdaran ev e herdu malper:

>Tolkien Gateway

>LOTR.Fandom

Jêrenivîsa min amade kirî û tevî lînkên torrentê yên daxistina fîlmê li vir kom kirîne, bikevinê û fîlmê û jêrenivisê daxînin û hûn dikarin darî vê fîlma xweş bikin: tirsik.net "the lord of the rings: the fellowship of the ring"

Ferhengoka min bi 3 zimanan e, îngilîzî, tirkî û kurdî. Min herdu werger dane ber hev û bi vî awayî min biryar didan, her wiha dema li ser navekî asê dimam jî min alîkarî ji hevalên Koma Wergera Fîlman a Tirşikê distand, mala wan jî ava, keda wan jî di vê ferhengê de heye. Ez ê vê ferhengê piştî min beşên din jî qedand berfirehtir bikim, yanî wê ji wan beşan jî peyv lê bêne zêdekirin û dawîyê wê ferhengoka fîlma Mîrê Gustîlkan derkeve.

Ez hêvî dikim jêrenivîs bi dilê we be. Hûn dikarin piştî we darî fîlmê kir şîroveyên xwe bo min bişînin. Li hêvîya beşa duyem û sêyem bin. Bi xatirê we 🖐️


FERHENGOKA MÎRÊ GUSTÎLKAN
1) Beşa Yekem - RÊHEVALTÎYA GUSTÎLKÊ
My precious, Kiymetlimiss: Xoşewîsssta min
Bag End, Çıkın Çıkmazı: Binê Tûrikê
Bagshot Row, Tıkışkazası: Rêza Giraxê
Hobbiton, Hobbitköy: Gundê Hobbitonê
Westfarthing, Batı Toprakları: Deverên Rojava
Underhill, Tepe Dibi: Binê Gir
Lonely Mountain, Yalnız Dağ: Çîyayê Tenê
Bracegirdle, Belkuşak: Şelemeşidyayî
The inn of the Prancing Pony, Sıçrayan Midilli Hanı: Xana Hespê Çargavî
White Towers, Ak kuleler: Bircên Spî
Grey Havers, Gri limanlar: Lengergehên Gewr
The Mountain of Doom, Hüküm Dağı: Çîyayê Qudretê
Sauron the Lord of Darkness , Karanlığın Efendisi Sauron: Sauronê Mîrê Tarîyê
Ring-bearer, Yüzük Taşıyıcısı: Hilgirê Gustîlkê
The Nine, Dokuzlar: Nehan
The Dark Riders, Kara Süvariler: Siwarîyên Reş
Farmer Maggot, Yaşlı Tırtıl: Kurmê Cotyar
Ranger, Kolcu: Çavdêr
Sauron The Deceiver, Aldatıcı Sauron: Sauronê Fêlbaz
Nazgûl, Nazgul: Nazgûl
Ringwraits, Yüzük tayfları: Şevreşkên Gustîlkê
Rivendell, Imladriss, Ayrık Vadi: Gelîyê Kûr
Asfaloth: Asfaloth
Loudwater: Rûbarê Berz

Minas Morgul: Birca Sêhrê
Mirkwood, Kuyut Orman: Daristana Himbiz
Lake-town, Gölkenti: Bajarê Behrê
The Fellowship of the Rings, Yüzük Kardeşliği: Biratîya Gustîlkê
The Sword of Kings, Narsil, Kralların Kılıcı: Şûrê Qralan
Fellowship, Kardeşlik: Rêhevaltî
Misty Mountains, Puslu Dağlar: Çîyayên Mijî
The Gap of Rohan, Rohan Geçidi: Derbenda Rohanê
Mines of Moria, Moria Madenleri: Madenên Moriayê
Crebain from Dunland, Dunland Kuşları: Teyrên Dunlandê
Redhorn Gate, Redhorn Geçiti: Derbenda Şaxsorê
Strider, Yolgezer: Gerok
Dwarrowdelf, Cücegazuv: Kewara Cûceyan
The Ancient World, Eski Dünya: Dinya Kevnar
Secret fire, Gizli ateş: Agirê Nepen
Shadow, Gölge: Sih
Elvendom, Elf Diyarları: Warên Elfan
White Tower, Beyaz Kule: Birca Spî
White City, Beyaz Şehir: Bajarê Spî
One Ring, Tek Yüzük: Gustîlka Yekane
Anduin, Ulu nehir: Ava Mezin
Cloak, Pelerin: Hewran
Woodland, Orman Diyarı: Daristan
Elvish Waybread, Lembas, Elf yol ekmeği: Nanê Kilor yê Elfan
Arwen Evenstar, Arwen Parlak Yıldız: Arwena Gelawêjî
Athelas, Kralfoyası: Tacekulîlk
The Horn of Gondor, Gondorun Borusu: Sûra Gondorê



2) Beşa Duyem - DU BIRC
Black Gate, Kara Kapı: Derîyê Reş
Horse-lords, At-beyleri: Lordên Hespan
The Uruk, Uruk: Uruk
Buckland, Erdiyarı: Warê Pezkovîyê
Riddermark, Atçanyurt: Warê Siwarîyan
Hasufel and Arod, Külteri ve Tiz: Eznawir û Bozrewan
Treebeard, Ağaçsakal: Darbirih
Tree-herder, Ağaç Çobanı: Şivanê Daran
Dead Marshes, Ölü Bataklıklar: Avgîrên Mirîyan
Mearas, Yılkı: Rehwal
Shadowfax, Gölgeyele: Sîseboz
Rowan, Üvez Ağacı: Darşîlan
Tree-ish, Ağaç Dili: Zimanê Daran
The Golden Hall of Meduseld, Tekev'in Altın Konak'ı: Eywana Zêrîn a Meduseldê
Grima Wormtongue, Grima Solucandil: Grimayê Kurmikziman
Helm's Deep, Miğfer Dibi: Binê Kumzirxê
The Grey Pilgrim, Gri Hacı: Gerokê Gewr
Gandalf Greyhame, Gandalf Grihamut: Gandalfê Çoxspî

HINEK BANGLÊKIRIN
Little Master, Küçük Efendiler: Mîrzayên Piçûk
Mister Gamgee, Efendi Gamgee: Gamgee'yê Hêja
Mister Frodo, Bay Frodo: Kak Frodo
Excuse me (di rewşa denglêkirinê de): Efû Ezbenî

PÊŞFERHENG
Gollum
Mordor
Xencerên Noldorîn
Tîrkevana Galadhrimê
Kendîlê Hithlainê
Ellessar
Namarie
Elendir
Çarenûs
: Qeder
Zêmar: Stranên şînê
Derazîng: Şemûga derî



Imladris, Rivendell, Ayrık Vadi: Gelîyê Kûr


NÎŞE: Ferheng heta fîlmên din jî bên qedandin wê bê nûkirin car caran.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN