7.07.2020

Helbest Di Çaxê Koronayê De

KORONA-HELBEST

Em katet baş xwînerên vê bloga li quncikan mayî. Ev demek e em hemû ketine nav tor û tevna vê koronayê. Peyvên wek nexweşî, tirs, maske, dezenfektan, serma, pandemî, covid, korona, bazarên ajalfiroşiyê yên Çînê ketin nav zimanê me yê rojane. 



Te dît dinya ye, sibî wê çi bibe ne diyar e. Min jî go di van koronayê de tiştekî bikin. Min zend û benda xwe ba da û min bernameya Korona-Helbest da destpêkirin. 
Li gor vê min ji xwîner, rojnamevan, helbestvan, nivîskar û kedkarên kurdî xwest ku li hundirê mala xwe, bi dengê xwe yê rût û bê muzîk helbestekî bixwînin û ji emaila Asoya Helbesta Kurdî re bişînin (asoyahelbestakurdi@gmail.com).  

Gelek hevalan û seydayan bersiva vê bangê dan û helbest xwendin û şandin û hê jî yên nû dişînin. Niha em yeko yeko van helbestan bi montajek piçûk li ser qenala me ya YouTube'ê "Warê Helbestê diweşînin. Heta niha 5 helbest hatin weşandin. Yên din jî her yek du roj di neqebê de wê bêne weşandin. Her wiha wê ev xebat bidome, gelek şaîr û dildarên kurdî soz dane ku wê helbestan bixwînin û bişînin. Ku wan jî şand em ê pêşkêşî we bikin. (Hinekên hêj neşandî wek spoiler :) 
 - Kristin Ozbey 
 - Înan Eroglu
 - Yûnis Das
 - Rêbîn Ozmen
 - Mehmed Salih Bedirxan
 - Receb Dildar
 - Yehya Omerî 
 - Ulku Bingol



YÊN HATÎ WEŞANDIN
Kawa Nemir - Dara Hinaran [Korona-Helbest 1] 
Hate weşandin ✅

Bariyê Bala - Tu Nahêlî #RêşadSorgul [Korona-Helbest 2]
Hate weşandin ✅

Gulîzer - Dudilî [Korona-Helbest 3]
Hate weşandin ✅

Şêrko Bêkes - Bersiv #Xeyal [Korona-Helbest 4]
Hate weşandin ✅

Melayê Cizîrî - Daneyên Enber #IncîlSelçuk [Korona-Helbest 5]
Hate weşandin ✅

Şikoyê Hesen - Nexşe Tebyetê #MewlûdOguz [Korona-Helbest 6]
Hate weşandin ✅

Nalî Şarezûrî - Xem Dexom #EhmedBerojî [Korona-Helbest 7]
Hate weşandin ✅

Hamid Omerî - Zenîtheke Quremîşkirî [Korona-Helbest 8]
Wê 07.07.2020'ê bê weşandin ⏰

Arjen Arî - Stran Ji Bo Kulîlkê #MiradêMiradan [Korona-Helbest 9]
Wê 09.07.2020'ê bê weşandin ⏰

Necat Zivingî - Dildizê [Korona-Helbest 10]
Wê 11.07.2020'ê bê weşandin ⏰

Mem Zînistanî - Haîku ji Tenehiya Kaw [Korona-Helbest 11]
Wê 13.07.2020'ê bê weşandin ⏰





Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN