îro roja 6'ê ye ez ji amedê hatîm cizîrê. roja duyê û sêyê çûme hezexê. min dixwest hinekî behsa
hezexê jî bikim, lê feleka xayîn rê neda.
niha hatim rawestgeha dolmîşên şirnexê, ji bo karekî ez ê herim
şirnexê, wek şirnexîya gotî şirnexa rengîn.
dolmîş piştî tijî bû, derket ser rê û berê xwe da pira cizîrê, piştî ser pirê derbas bû giha noqtê. ecêb e êdî wek berê li kimliga nameyzênin, ez nizanim ji ber baranê ye an êdî westane. piştî ji wir derbas dibe dolmîş destê çepê dizivire û dikeve ser rêya şirnexê. ji noqteya dî 200 metr wê de noqteyek dî jî, ew jî kimliga naxwaze û em derbas dibin.
ji
gelîyê qesirkê re dibûrin û digîhin nava qesirkê, li wir jî noqteyek heye. ew jî dibêjin temam e û em ji wir jî derbas dibim.
 |
| dolmîş |