29.12.2017

PANORAMA 2017

ev panoramaya 2017'ê ji bîra tirsik.net'ê ji entryên "xendekî" hatiye berhevkirin.


ÇILE: operasyona rizgarkirina reqayê destpê kir, ibrahim xelîl baran ji ber endamtîya rêxistinê hat desteserkirin. pêngaveka muhîm e di bloggerîya kurdî de, hêdî hêdî gelek blogên kurdî vebûn.

SIBAT: tirşikvanan li amedê civînek organîze kirin (bnr: 11.02.2017 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê)

ADAR: xwendinên li ser erich fromm, erdheja li semsûrê, gelek fîlm û gotinên pêşiyan, hinek mijarên sereke yên vê mehê bûn.

NÎSAN: bûyera sansasyonel a vê salê beyannameya çend ciwanên kurd a ji bo firat cewerî bû, ku xwe bi navê "Genç Kürtler Rahatsız" bilêv kiribûn.

28.12.2017

li korîdorên dadgehê

îro sibê zû nerabûm, seet 10ê bûrîbû. ji salnameyê danezanek veniştibû ser ekrana telefonê: "cihê stajê biguhere" oooow, jixwe ev du roj bû min jibîr kirî, du roj ji kîsê min çû, niha jî ez mame xewde. ji nav cihan hilperikîm, min zû-zû betanîya xwe pêça avêt ser doşekê, doşek jî lê quliband û çend deqeya de dest û rûyê xwe şûşt û cilên xwe lixwe kir û derketim. min xwe gihand hatboyu. gelo otobûsên kesk siwar bim an dolmîşên piçûk, xwezî otobûsek zer bihata! ev e dolmîş, dolmîşê siwar dibim niha diçim dadgehê, berî mesaî bikeve divê xwe bigihînim dadxaneya îdarî ya diyarbekirê. 11:28

li korîdorên dadxaneya îdarî
dadxaneya (edlîye) îdarî ya diyarbekirê niha ketiye bînaya dadxaneya herêmî ya edaletê ku proje betal bû û neket dewrê, şûna wê li eyntabê vebû.

27.12.2017

Zinarê Xamo û Bloggerîya Kurdî

bloggerîya kurdî her roja diçe geştir dibe, her roja diçe çend kes tevlî vê karwanê dibin. li ser gelek mijaran blog vedibin, hêdî hêdî di bloggerîya me de jî kategorî derdikevin. niha ev xet timamî ne zelal bin jî pêşdetir mirov wê hêsanî bikaribe bêje ev bloga wêjeyê ye, ev ya gerê ye, ev ya nirxandin û şîrovekirinê ye, ev ya hiqûqê ye, ev ya teknolojîyê ye û hwd.

gelek feydeyên blogan hene, erê malperên şexsî ne, lê ne wek facebookê twitterê an platformên din e; û ne wek malpereka normal e, ku tu domain bistînî, her sal ji bo neyê girtin divê pere razênî, lê dîsa
naqede em bêjin piştî te destê xwe ji her tiştî şûşt an jî tu bimirî kes xweyî li malperê dernekeve malper piştî demekê tê girtin û ewqa keda te/we winda dibe. lê blog ji ber ku bi malperên mezin ên navneteweyî ve girêdayî ne ihtîmala girtina wê an têkçûna wê hema bêje tune ye. û ji ber ku malperên meşhûr in, di lêgerîna motoran de zûtir derdikevin. berê mirov nedikarî zêde bi xuyanîya blogê bilîze, li gor xwe bixemilîne, lê îro roj blog dihêlin tu her tiştî qontrol bikî, her rengî li gora dilê xwe biguherî.

êdî gelek kurd bi tesîra gelek tiştên din jî berê xwe didin blogan. berê hejmara blogên kurdî hingî hindik bû ihtîmal nebû tu ji xwe re hilbijêrî, lê niha dem hatiye mirov tercîh dike, mirov yên jê hez dike dişopîne. an jî nivîsek baş hebe, sernivîs balkêş be mirov diçe dixwîne.

yek ji van blogan jî bloga apê zinarê xamo ye ku ev 10 sal e bênavber dinivîse. mijara vê nivîsê jî bi vê minasebetê bloga wî ye.

zinarê xamo


ZINAREXAMO.BLOGSPOT.COM
zinarê xamo em dikarin bêjin (bi qasî em dizanin) yekem bloggerê kurd e û hê jî ji hemû bloggerên kurd aktîvtir û çalaktir e. xalê me zinar di 30ê îlona 2007'a de, erê erê 2007, nivîsa xwe ya ewil nivîsîye û mizgînî daye hemû kurdan ku vaye bloga xwe vekiriye: Mizgîn li we kurdan ez jî bûm xwedî BLOG!


24.12.2017

xewşeriqî ji ku derket?

li gor wîkîferhengê şeriqîn: lêker e, negerguhêz e, navdêr û mê ye. wateya wê: herrimîn, qewirîn, verevînpûç bûn, xirab bûn. bi alfebeya kurdî-erebî: شه‌رقین. wek lêker: -şeriq- têkildarî şeriqandin'ê ye. û di nivîseke evdile koçer bîsîkleta evdile demîrbaş û mercedesên kurdan,

sabahattîn alî û çîrokeka wî "fîrarek"


sabahattin ali yek ji giregirên edebîyata tirkî ye. destpêkê di nav îdeolojîya tirkîtîyê de radibe, heta li gor nihat atsiz çûye serdana ocaxên ulkûcûya, li wir helbest nivîsîne. paşî mêrik ji bo xwendina xwe berê xwe dide elmanya, li wir ji bo hînî elmanî bibe li mala pîrejinekê dixebite, bi elmanî berhemên seydayên edebîyata ûris wekî turgenyev, gorkî dixwîne, dikeve bin bandora wan. piştî ji elmanya vedigere tirkî êdî komunîstek e. heta nihat atsizê berê xwe dikir hevalê wî êdî wî wek xayînekî îlan dike, ji ber vê sabahattîn alî dozê lê vedike filan.

rexnegirî êdî dibe parçeyek ji jiyana wî. di helbesteka xwe de behsa ataturk û înonû dike, ji ber wê dikeve hepsxanê, ji karê xwe tê avêtin. piştî ji hepsê derdikeve ji bo bê efokirin contactê bi çend kesên nêzîkî hikûmetê re çêdike, lê dibêjin ji bo tu bê efokirin divê tu ji kemal paşa re helbestekê binivîse, ew jî bi navê "benim aşkım*" helbestekê dinivîse, çend nivîsên din dinivîse heta bi destûra ataturk tê efokirin û dîsa dest bi karê xwe mamostetiyê dike. dema min ev bûyer xwand seîd axayê cizîrî hate bîra min, ku ew jî ji ber stranên xwe yên kurdî yên siyasî tê mişextkirin, ji bo bê efokirin ji ataturk û ismet re stranekê dibêje. herdu jî piştî tên efokirin carek din diçin ser fikra xwe ya berê.

19.12.2017

berpêz û bapêz & ber-nivîs û ba-nivîs

ji bîra kûr a bavê min, meselokek li ser kesên karê xwe baş dikin

go zilamekî got du kurê min he ne: "yek diçe bapêz yek diçe berpêz. 
yê diçe ba-pêz:
-diçe pezê xwe dibê çolê û diberdê; diz bibê, gur bixwê, nexweş bikevê hajê nîn e. 
yê diçê ber-pêz:
-pezê xwe dibê; yek nexweş bikevê şerenqê lê didê, neçêrê diçêrênê, yek bizê firşik dike.

mesela me û edebiyata me jî niha wilê ye, hinek diçin ba-nivîsê hinek diçin ber-nivîsê. hinek ji bo romanekê binivîsin bi salan dixwînin, dişopînin û lêdikolin, dikevine dû şopa tama nivîsê; hinek jî rojek piştî bûyer qewimîyî ji bo roboskîyê pirtûkan derdixin. hinek jî piştî asta mamostetiyê diqedînin pirtûkên helbestan, ne yek ne dido, diweşînin; ji bo xwedê ka bisekine hinekî sebir bike, erê te got ez ê binivîsim li ka hinekî li dû helbestê bigere, çend pirtûkan bixwîne bi wî zimanî. lê ya nexweş û di dil de bûyî kul ew kes radibe çîrokek tijî ajîtasyon dinivîse, di çîrokê de ne zimanek xweş heye, ne herikbarî, cihina miro fêm nake ka dibêje çi, lê erê lê belê paşî diçin xelata didin wê û çîroka wê ya kêrî serê derzîyê nayê. yaaaasssstar

divê em li ber destê edebiyata xwe tobe bikin, xwe biavêjin ber daw û delingê mela, xanî û feqe û giregirên xwe yên nû. divê em pêşiyê bixwînin paşî binivîsin. divê em dara xwe mezin bikin, av bidin û bihêlin ew dar şax vede, gulîyên wê çend bostan ji erdê bilind bibe. divê em dara xwe av bidin.


15.12.2017

ji WordPressê bo Bloggerê



ji WordPressê hatim, piştî çend salên yeman ên min û WordPressê me rêya xwe jihev qut kir. êdî li vir im, li vir im deqene bêjim, bêjim û bipîvim, bipîvim û hewl bidim çêkim, çêkim û bireşînim, bireşînim û kevokê bifirînim, bifirînim û avê bighînim axê'w agir.

car cara ez ê tûrikê xwe li vir daweşênim, ka wê çi birije em ê pevre bibînin.

nivîsa xatirxwestinê ya ji WordPressê dixwazim hûn jî bixwînin*, dilê min dixwaze êdî ji bîr bike, destê xwe jê bişû, berê xwe bide çîrokeka nû, bêhna hibreka taze, xameyeka xemrî, kaxez û lênûskeka ji pelên payîzê.  

*  bar dikim; WordPress out Blogger in   


Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN