27.12.2017

Zinarê Xamo û Bloggerîya Kurdî

bloggerîya kurdî her roja diçe geştir dibe, her roja diçe çend kes tevlî vê karwanê dibin. li ser gelek mijaran blog vedibin, hêdî hêdî di bloggerîya me de jî kategorî derdikevin. niha ev xet timamî ne zelal bin jî pêşdetir mirov wê hêsanî bikaribe bêje ev bloga wêjeyê ye, ev ya gerê ye, ev ya nirxandin û şîrovekirinê ye, ev ya hiqûqê ye, ev ya teknolojîyê ye û hwd.

gelek feydeyên blogan hene, erê malperên şexsî ne, lê ne wek facebookê twitterê an platformên din e; û ne wek malpereka normal e, ku tu domain bistînî, her sal ji bo neyê girtin divê pere razênî, lê dîsa
naqede em bêjin piştî te destê xwe ji her tiştî şûşt an jî tu bimirî kes xweyî li malperê dernekeve malper piştî demekê tê girtin û ewqa keda te/we winda dibe. lê blog ji ber ku bi malperên mezin ên navneteweyî ve girêdayî ne ihtîmala girtina wê an têkçûna wê hema bêje tune ye. û ji ber ku malperên meşhûr in, di lêgerîna motoran de zûtir derdikevin. berê mirov nedikarî zêde bi xuyanîya blogê bilîze, li gor xwe bixemilîne, lê îro roj blog dihêlin tu her tiştî qontrol bikî, her rengî li gora dilê xwe biguherî.

êdî gelek kurd bi tesîra gelek tiştên din jî berê xwe didin blogan. berê hejmara blogên kurdî hingî hindik bû ihtîmal nebû tu ji xwe re hilbijêrî, lê niha dem hatiye mirov tercîh dike, mirov yên jê hez dike dişopîne. an jî nivîsek baş hebe, sernivîs balkêş be mirov diçe dixwîne.

yek ji van blogan jî bloga apê zinarê xamo ye ku ev 10 sal e bênavber dinivîse. mijara vê nivîsê jî bi vê minasebetê bloga wî ye.

zinarê xamo


ZINAREXAMO.BLOGSPOT.COM
zinarê xamo em dikarin bêjin (bi qasî em dizanin) yekem bloggerê kurd e û hê jî ji hemû bloggerên kurd aktîvtir û çalaktir e. xalê me zinar di 30ê îlona 2007'a de, erê erê 2007, nivîsa xwe ya ewil nivîsîye û mizgînî daye hemû kurdan ku vaye bloga xwe vekiriye: Mizgîn li we kurdan ez jî bûm xwedî BLOG!




xalê me zinar ji roja ewil û heta îro tu carî xwe ji bloga xwe dûr neêxistiye, her tê de çalak bûye. dîsa apê me zinar dema destpêkirî piştgirî xwestiye, hewl daye bloga xwe bide naskirin û gotiye: "Piştî çêbûna bloga min, ez difikirîm ku bi hawakî dibê ez nav û dengê quncikê xwe di nava kurdan da belav bikim. Dibê haya milet ji bloga min ya bi hêl û mêl çê bibe. Ne xwe ezê ji xwe ra binivîsim û ji xwe ra jî bixwînim." 30ê îlonê 2007 eynî wilo ye heke kes neşopîne û nexwîne tik tika me ya li vir bêmifa ye. û gava destpê kirî malperên kurdî bi gotina wî reklama wî kirine, malperên wek netkurd, rizgarî danasîna bloga apê me wek nûçe serwîs kirine, xalê zinar jî ji bo wan ji bloga xwe malavayî şandine: Spas!

ZIMAN
apê me zinar ji roja ewil ve bi kurdîyeka têra xwe baş nivîsîye, bi qirikeka gewr, bi zimanekê herikbar nivîsîye, biwêj û gotinên pêşiyan ji nivîsa xwe kêm nekiriye. çend nivîsên sala 2007'ê:
-Tirk bi şivên ra digrîn bi gur ra goşt dixwin!
-Tirkan ez kirim Eloyê Xemxur
-Meriv kûçik çuqasî biqusîne jî nabe tajî

MOTTO
apê me zinar bi mottoya hindik û rindik destpê kiriye, li rex mottoya xwe alîyê çepê wêneyekê xwe zeliqandiye (gelek spehî ye xalê me), bin mottoya xwe re jî xêrhatinek li mêhvanê xwe dike, alîyê rastê jî ala daleqandiye. li quncikekê jî emaîla xwe nivîsîye: zinarexamo@hotmail.com

xuyanîya bloga zinarê xamo


ÎSTATÎSTÎK
xalê me zinar sala destpêkirî 2007'ê 83 (ji ber ku îlonê destpê kiriye) nivîs weşandine. salên din jî bi giştî ji 2008'ê heta 2014'ê hejmara nivîsan her sal ji 300î derbas bûye, 2011'ê hejmar ji 500'î derbas bûye. 2015 û 2016'an jî hejmar ji 600'î derbas bûye. îsal jî hejmar ji 700'î derbas bûye. bi giştî di 10 salan de heta vê gavê xalê me zinar 4 hezar û 652 nivîs weşandine. hê jî dinivîse, berî ev nivîs were weşandin jî belkî hejmar biguhere :)

nivîskî: çar hezar û şeş sed û pêncî û du


apê me zinar îman li îstatîstîkan çikandiye. li gor îstatîstîkên dawî serê rojekê du nivîs weşandine. ji me re behreka kûr hiştiye ku em dikarin bi salan jê avê vexwin.

NAVEROK
xalê me zinarê xamo bêhtir li ser rojevê dinivîse, şîrove û fikrên xwe ji me re vedibêje. li gor min serkeftîtirîn şîrovekarê siyasî ye di nava cimaeta kurdî de. ji ber ku tu carî min nedîtiye alîyek girtî û alîyê din pîs kirî, partîgirî û sempatîzanî kirî. carekî tenê jî xwe ji vê şêwaza xwe kêm nekiriye. kengî tişteka xelet dîtî fikra xwe nivîsîye, xeletî ji kîjan alîyê kurdan bê ferq nake wî gotina xwe nivîsîye. ji ber vê îstiqrara wî divê mirov jê re bêje helal bit xalo.

yek ji tiştên muhîm helwesta apê me zinar a ji bo bikaranîna kurdî ye. ew dibêje armanca min berbelavkirina kurdî ye, ji ber wê li ku derê tişteka xelet bibîne şûjinê xwe yê kurdî di wir re dike. ji ber vê ye hejmara nivîsên salê yên bloga wî her sala dîtir zêdetir dibe, ji bo sala 2017'ê hejmar ji 700'î derbas bûye. û ji ber vê helwesta wî divê mirov bejna xwe li ber bitewîne.


PÎROZBAHÎ
mixabin, sed mixabin divê me 10 salîya bloga apê me zinar pîroz bikira, bi dawet û şahî û reqs û sema, lê ev 3 meh serre derbas bûye. hinekî dereng çêbû lê ez ji vir 10 salîya bloga wî pîroz dikim, diçim destê wî. tu rûspîyê me yî, di bloggerîyê de seydayê me yî, "em hemû ji paltoyê te derketine"




4 yorum:

  1. Rênasê hêja, bi nivîsa xwe ya dostane û qedirnas te gelkî kêfxweş û dilşa kirim. Her çiqas piştî 10 sal blogeriyeke aktîf min piçik pesin û halan heq kiribe, lê dîsa ez ne li bende surprîzeke wiha bûm. Çimkî li ba kurdan gîha hewşê tim tahl e. Lema jî bi vê nivîsa xwe te dilê min li kurdan spî kir.
    Ez tim dibêjim sirê serketinê îstîkrar e, dibê meriv zû neweste. Bi derengî be jî kurd hêdî hêdî ked û xebata min ya salan dibînin û teqdîr dikin. Ev jî helbet ji bo min dibe hêz û qewet.
    Ji bo vê nivîsa te ya li ser bloga min û van gotinên te yên dostana careke din dibêjim spas û hezar carî mala te ava be…

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. em minetdarê te û keda te ne apo, her hebî. (ji ber ku min hêj meseleya şîrovekirinê fêm nekiribû, bersiv evqa dereng ket. qisûra min nemeyzênî)

      Sil
  2. Ez jî ji vir bloga te ya nû û ya Apê Zinar pîroz dikim. Te bi nivîsîna ser bloga wî tiştekî pir rind kiriye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. her hebî. min heta niha hay jê nebû evqa şîrove hene, divê li ser vê hinekî bixebitim. cardî spas :)

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN