15.12.2017

ji WordPressê bo Bloggerê



ji WordPressê hatim, piştî çend salên yeman ên min û WordPressê me rêya xwe jihev qut kir. êdî li vir im, li vir im deqene bêjim, bêjim û bipîvim, bipîvim û hewl bidim çêkim, çêkim û bireşînim, bireşînim û kevokê bifirînim, bifirînim û avê bighînim axê'w agir.

car cara ez ê tûrikê xwe li vir daweşênim, ka wê çi birije em ê pevre bibînin.

nivîsa xatirxwestinê ya ji WordPressê dixwazim hûn jî bixwînin*, dilê min dixwaze êdî ji bîr bike, destê xwe jê bişû, berê xwe bide çîrokeka nû, bêhna hibreka taze, xameyeka xemrî, kaxez û lênûskeka ji pelên payîzê.  

*  bar dikim; WordPress out Blogger in   


2 yorum:

  1. Bi xêr hatî Bloggerê. Min wextekê ji Bloggerê bar kir Wordpressê lê paşê dîsa vegeriyam.
    Gelo te "bar kir" yan ye ku ser Bloggerê bloggeke nû vekir?
    Gava min bar kir, min nivîsên xwe yên ji sala 2007an jî bar kirin.
    Bimînî di xweşiyê de.
    http://amedcj.blogspot.com

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. merheba, nav xêrê de bî. qisûra mjn efo bikî, min nedizanî şîrove têne nivîsîn û divê ez şîroveya erê bikim. min şîroveya te nû dît.
      li ser pirsa te jî, na ez tenê hatim bloggerê. ez ê wan nivîsên WordPressê neynim vir. li vir rûpelek nû vedikim. ez bloga te dişopînim û min li ser tirşikê jî danasîna wê kir. dîsa spas dikim.

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN