4.02.2018

belkî rojekî - giacomo joyce

hefteya borî pirtûkên min ji idefixê sparîş kirî, hatin gihane min. divê mirov heqê idefixê bidîyê, di karê xwe de serkeftî ne, hem zû hem birêkûpêk.

ji vê seta çîroka nûjen a cîhanê yek jê giacomo joyce'a james joyce e. her çiqa mirov nikare bêje çîrok e jî.

li gor pêşgotinê james joyce ev pirtûka xwe piştî qedandina nola ciwanekî portreya humermendî û berî dest bi nivîsandina ulysses'ê li triyeste'ê nivîsîye.

joyce li triyeste'ê dersa îngilîzî dide qîzika, ji van xwendekarên wî keyfa wî ji amalia popper a ku li se rêya san michele dirûnê re tê. joyce vê keyfanînê û heza xwe ya erotîk, dilbijandina xwe bi tarza xwe dinivîse. dinivîse lê naweşîne, dihêle ba birayê xwe û heta berî ku bimire jî ev pirtûka nayê zanîn.


zimanê joyce gelek cuda ye, ne ji rêzê ye. hevoksazî û sêwirandinên wî cihde xwe eşkere dikin, xwe eşkere dikin ku tişteka resen e.

lê ya zêde zêde bala min kişandî tişteka dî ye. ev pirtûka ez behsê dikim wergera wê ya tirkî ji weşanxaneya sel'ê derketiye, timamî 66 rûpel e. jînenîgarîya nivîskar û kunye û pêşgotin 22 rûpel e, li dawîyê 12 rûpel beşa jêrenot û raveyê ye (hevokên vê pirtûkê û ulyses û berhemên din dide berhev). 9 rûpel jî wêneyê destxeta pirtûkê ye û û û ma çi. 20 rûpel. ew jî ji nîvî bêhtir nîvê rûpela vala ye. belê eslê wê ev çîrok an helbest an jî nizanim bêjim çi, ev nivîs li ser 8 rûpel kaxezên mezin hatîye nivîsîn. cara pêşî birayê joyce nehêle winda bibin, paşî dikeve destê koleksiyonkarekî, ew jî digihîne çapê (lê navê xwe eşkere nake). ev helbesta pexşanî wilê digihe ber destê me.

ya balkêş ev e, nivîseka ji 8 rûpela ya zarên xelkê weke niviştekê tê hilanîn û îro li dinyayê belav dibe, rojekî gelo çend reşkirinên nivîskarekê kurd wê wek niviştekê bête veşartin û hilanîn? paşî yekê wê niviştê bibîne û derxe? rojekê wê blogeka kurdî ya li quncikeka tarî enternetê ji hêla ciwanekî kurd ve bê keşfkirin? ez dibêjim belkî.

çend cihên keyfa min ji wan re hatî ji we re jî parve bikim:


dimohrîyeka zerikî ya kif veşartîye di bin bîbikên nermoke yên çavên wê de:
sêwirandin

juggernaut: xwedawendekê hindistanê ye, xelk salê carekê li erebê siwar dikin ji cihekî dibin cihek din; yên xwe tê de winda dikin, xwe diavêjin bin tekelê wê (ji pirtûkê):
xweda!

wek wê sibehê sar e dîsa: quia frigus erat (latînî: lewma hewa sar e):
parîsa sibehê

mareka stêrkî ez maç kirim! mareka şevî ya sar. winda me ez!
ka maçekê

gotina paşîyê: hij min bik, hij sêhwana min bik:

love me, love my umbrella

2 yorum:

  1. Sihet xweş keko. Te bal kişandiye ser niqteyeke giring. Lê ez bawer dikim ê blogên me jî di tariya enternetê de wenda nebin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. ez jî wike texmîn dikim, hêvî dikim. spas🖐️

      Sil

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê...

ZEHF HATINE XWENDIN