29.12.2023

The Best Of Asoya Helbesta Kurdî

Asoya Helbesta Kurdî 2013'ê ve li ser medya civakî hewl dide Helbesta Kurdî belav bike. Piştî van salên dirêj niha malpera wê, sepana wê, du qenalên YouTube'ê û hesabên wê yên medya civakî hene. 

Bi xêr me 2023 qedand û vaye em dikevin 2024'ê. Te dît edet e, her kes îstatîstîkên xwe yên salê parve dikin, em jî rabûn me got em binêrin îstatîstîkên Asoya Helbesta Kurdî.

Berpirsiyarê malperê Mergehez, îstatîstîkên 2023'yê ji me re amade kirin, min jî anî ber destê we.

Daneyên Giştî Yên "helbestakurdi.com"ê:
🔹Hejmara Helbestan: 3.833
🔹Hejmara Helbestvanan: 506
🔹Xwendina Helbestan: 1.542.566

Li Gor Daneyên Giştî 5 Helbestên Popûler:
1. Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe - Ebdulla Peşêw (19.366)
3. Ez Nizanim Çi Bêjim - Cegerxwîn (14.907)
4. Sirûda Kurdistanê - Rênas Jiyan (11.933)
5. Bizan Ku Min Yar Tu Yî - Feqiyê Teyran (10.985)

Li Gor Daneyên 2023'yê:
🔹431.890 caran helbest hatin xwendin/tikandin.

Li Gor Daneyên 2023'yê 25 Helbestên Popûler:
1. Ebdulla Peşêw - Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe
2. Feqiyê Teyran - Ey Av û Av       
3. Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê          
4. Rênas Jiyan - Min Ji Te Hez Kir          
5. Cegerxwîn - Ez Nizanim Çi Bêjim          
6. Feqiyê Teyran - Bizan Ku Min Yar Tu Yî   
7. Seydayê Tîrêj - Bilbilê Dilşadî          
9. Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer
10. Rênas Jiyan - Dê û Law                   
11. Selîm Temo - Keştiya Bayê                
12. Şêrko Bêkes - Helbest                    
13. Feqiyê Teyran - Ey Dîlberê               
14. Seydayê Tîrêj - Ey Welat II              
15. Rênas Jiyan - Ey Pakrewan                
16. Rênas Jiyan - Kul û Kulîlk           
17. Rênas Jiyan - Janya                      
18. Cegerxwîn - Agir û Pirîskên Dil          
19. Cegerxwîn - Kîme Ez                      
20. Rojen Barnas - Rojbaş Roza               
21. Ehmedê Xanî - Mem û Zîn                  
22. Feqiyê Teyran - Sînem                    
23. Cegerxwîn - Azadîxwaz im                 
24. Melayê Cizîrî - Muhbetê Mihnet           
25. Baba Tahirê Uryan - Çarîn 23 (Delal)

Li Gor Daneyên 2023'yê 10 Helbestvanên Popûler:
1. Cegerxwîn (48.438)
2. Rênas Jiyan (31.788)
3. Seydayê Tîrêj (29.629)
4. Melayê Cizîrî (26.975)
5. Feqiyê Teyran (25.402)
6. Arjen Arî (15.672)
7. Ebdulla Peşêw (13.790)
8. Baba Tahirê Uryan (13.458)
9. Şêrko Bêkes (10.737)
10. Ehmedê Xanî (10.307)

*Hemû dane li gor tikandinên malpera me "helbestakurdi.com"ê hatine berhevkirin.
**Popûler: Ango yên herî zêde hatî xwendin/tikandin.

7.07.2020

Helbest Di Çaxê Koronayê De

KORONA-HELBEST

Em katet baş xwînerên vê bloga li quncikan mayî. Ev demek e em hemû ketine nav tor û tevna vê koronayê. Peyvên wek nexweşî, tirs, maske, dezenfektan, serma, pandemî, covid, korona, bazarên ajalfiroşiyê yên Çînê ketin nav zimanê me yê rojane. 



Te dît dinya ye, sibî wê çi bibe ne diyar e. Min jî go di van koronayê de tiştekî bikin. Min zend û benda xwe ba da û min bernameya Korona-Helbest da destpêkirin. 

21.10.2018

APK - Asoya Helbesta Kurdî

Ev dem û hemû çaxên we xweş bin, dostên ezîz û hevalên xoşewîst.


Ev demeke ji ber arîşeyeke teknîkî sepana me "Asoya Helbesta Kurdî û Gotinên Stranan" li ser Google Playê hatiye rakirin. Hevalê me yê teknîkê ve mijûl dibe niha ne guncav e ku vê arîşeyê serast bike.

Ji ber vê arîşeyê em ji we lêborînê dixwazin. Ji bo hûn ji sepanê dûr nekevin em ê apk'ya sepanê li vir biweşînin, heta ku arîşe safî bibe.

+Nîşe: Apk'yê ji vir daxin, paşî pêlê bikin, heke telefon bêje sepaneka biyanî ye herin ji mîhengan "sepanên nayên zanîn - bilinmeyen uygulamalar"ê aktîv bikin, paşî bêjin bar bike û saz bike. Heke hûn ji navê derneketin hûn dikarin ji me alîkarîyê bixwazin: asoyahelbestakurdi@gmail.com

Pêlê Bike û Asoya Helbesta Kurdî => DAXE

Pêlê Bike û Gotinên Stranan => DAXE


21.04.2018

nivîskar û medya civakî

ew çend roj bû ji komên whatsappê ji rûpelên facebookê xeber dihat digo: selîm temo tê amedê, hem roja şemîyê hem yekşemê li pirtukakurdî pirtûka xwe îmze dike seet 2yê piştî nîvro heta 6ê êvarî.

ji rojan yekşem û êvar bû, seet dihat 5ê. mabû seetek. yekcarî gurrê dilê min xwe veweşand û go rabe here nivîskarekî me hatiye hem bibîne û bipirse hem binêre rewşa bazarê.

10.04.2018

hevpeyvînên tirş - 3 "endazer"


piştî demek dirêj dîsa merheba, gelî xwînerên vê bloga xewşeriqî. rêzehevpeyvînên me dewam dikin, îcar li quncika hevpeyvînên tirş dora endazer e. endazer ne endezyar; ku ya rast endezyar e bêhemdî bûye endazer û wilê maye.

endazer gula civata tirşikê; sênca rezê tirşikê, sitirî lê sitirî dikeve çavê hesûd û reqîba. tirşikvanê ku hindik maye hejmara entryên wî bibe 8.000, erê heştt hezarr. xwedyê polemîkên giran, zimantûj, bêşerm, eşkere û netirs, helbet gotinreq.
 
zêde fermî. wêne: endazer
[hevpeyvîna di dorê de bi tivirloismail re ye, pirsên we hebin, xêra xwe li jêr wek şîrove binivîsin] 

ev e pirsên xewşeriqî û ev e bersivên endazer

1) hinekî behsa xwe bike û çi bû sebeb ku tu bixwazî bibî tirşikvan?
Behsa xwe û çi bikim nizanim, lê darikê fitnê simurg56 e, endazer û hemû tiştên din ji bin serê wî derket, serê pêşîn wî haya min ji tirşikê çêkir û bi ser navê min qeyda min di tirşikê de çêkir û navê min ê tirşikê “endazer” jî ewî danî, ji ber hesabê min ê cîmeylê. Berî tirşikê wergerine.com hebû, wan

31.03.2018

wêneyek ji bihara Cizîra Botan

*26ê Adara 2018'ê gava erebe berê xwe da nava bajêr kolon, hesin û karker ketin pêşîya me, li alîyê çepê jî li alîyê rastê jî. zêde hard înşaat.

*wek her carê dîsa zarok li kolanan e. her ku kêm dibin zarokên nû dibişkivin, ji vê axê ji vî şetê şerbetî.

Cizîra Botan, 2018

25.03.2018

Hiqûq - 1 "Destgîrkirin yanî Binçavkirin"

Piştî demeka dirêj dîsa merheba gelî xwînerên ezîz û xoşewîst û serdil û berdil. Vê carê bi mijareka cuda, li qadeka ku kêm kes lê hespê xwe dibezîne ez ê bibim mêhvanê we. Hêvî dikim çavên we belesebeb neêşe û ber bikeve.

Her kurd bivê nevê rojekî rastî zilma hiqûqa dewletên raserî xwe tê. Me digrin, êşkence dikin, dadileqênin, dikujin. Û te dî li cem me edet e, em jî her carê ji nû ve zêde dibin Yek diçe sed şûnê radibe.
mêzîna xwehr :/

Ez ê li dijî van binpêkirinên mafên mirovî, girtin, heps û cezakirina dewletê hewl bidim tiştên hîn bûme bi we re jî parve bikim, wek parêzerekî zanîn û pratîka xwe bi we re parve bikim. Piştî min biryar da ez vî karî bikim, min got gelo mijara ewil bila çi be, niha ecela çi heye; û dûmahîkê min fêm kir mijara ewil û lezgîn mesela destgîrkirinê ye. Roja berî Newrozê û roja Newrozê bi hezaran kurd ji ber Newrozê hatin destgîrkirin. Ji ber wê ez dibêjim ev mijarek muhîm û hewce ye. Mirov nizane wê sibî çi bibe, te hew dît tu li qereqolê yî.

4.03.2018

hevpeyvînên tirş - 2 "biruya hayao miyazaki"


xewşeriqî hevpeyvîna duyem a tirş bi tirşikvanê jîr û rengîn û rûken û veşartî biruya hayao miyazaki* re kir ji bo we xwînerên ezîz û dilsoz. 

di vê hevpeyvînê hûn ê ji bilî pirsên standard du pirsên ekstra jî bibînin ku taybet bo birûya hayao miyazaki hatine pirsîn. 

[kurteagahîyek: hevpeyvîna bê bi tirşikvanê navdar endazer re ye, heke pirsên we yên ji bo endazer hebin li jêr binivîsin] 

û pirsên xewşeriqî û bersivên birûya hayao miyazaki 
birûya hayao miyazaki (temsîlî)

1) hinekî behsa xwe bike û çi bû sebeb ku tu bixwazî bibî tirşikvan?
Ji xortaniya min heta tirsik.netê min di gelek ferhengên înteraktîf de nivîskarî kiriye. Lê ji ber

27.02.2018

hevpeyvînên tirş - 1 "ferhenga şikestî"

tirsik.net ferhenga înteraktîv a kurdî, ya ku ji hemû malperên kurdî yên din cudatir, di rêya xwe de bê rawestan dimeşe; ji hemû kurdan re vekirî, cihê nîqaşên cur bi cur, vê gulanê dibe 6 salî. 

xewşeriqî di vê nivîsê "tirsik.net 6 salî ye" de gotibû ji bo xêra 6 salîya tirşikê wê bi tirşikvanan re rêzehevpeyvînan çêke.

û roj hat, hevpeyvîna me ya ewil me bi tirşikvanê qeşeng û jêhatî "ferhenga şikestî" re çêkir. ez zêde dirêj nekim û gotinê tehl nekim. ev e pirsên xewşeriqî û ev e bersivên ferhenga şikestî.

ferhenga şikestî, 2018, amed

1) hinekî behsa xwe bike û çi bû sebeb ku tu bixwazî bibî tirşikvan?

bi kurtasî dikarim bêjim wexta ku tirşik.net ava bûbû di warê medyaya sosyal de êdî kurdî jî hêdî hêdî ketibû rewacê. yanê nexasim li ser faceyê hejmara bikarhênerên kurdînûs zêde bûbûn. bi tesadufî

18.02.2018

damê: lîstika bav û kalan, ne ya ciwan û xortan

tê bîra min, em li gund zilamên mezin hemû li binya darên mizgeftê li dora hev kom dibûn; li ser çîmentoyê an jî li ser qertonê bi tebeşîrê an bi tenîyê dam çêdikirin û 16 kevirên hûrik yên spî, 16 kevirên hûrik yên reş jî peyda dikirin û dest bi damê dikirin. em zarokên gund jî li dora wan kom dibûn, yek jipiya yek rûniştî, herkesî hewl dida serê xwe bixe nava lîstikê. gava yekî digot: "ez siwar!" an jî yekî digot: "de bixwe vê libê" yên dorê û yê pêşber guhê xwe bel dikirin; çi pîlan dike, ev xefk e an lib libê ye?
16 kevirên spî 16 yên spî, wêne: economist

ji kişikê bêhtir damê hakim bû, li welatê me. xelk, gundî, cotkar, pale û ticar damê dilîstin; axa û mîr jî kişikê.
Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...

NIVÎSA POPULERTIRTIRÎN

Tûra Xendekê Tebax-2019

31ê Tebaxê me bi duçerxeyê berê xwe da Xendekê. Em li nava gund nesekinî û rastûrast çûn ber şêt (Çemê Dîjleyê, Ava Mezin) De'hlokê. Li ...

ZEHF HATINE XWENDIN